Önder Beyter
14 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 15 Rêbendan 2018
TUNCELÎ
Li Tunceliyê di nêzîkî 4 hezar operasyonên hevpar ên ku tevgera taybet a cendirmeyan (JOH), tevgera taybet a polêsan (POH) û Teşkilata Îstixbaratê ya Neteweyî (MÎT) di nava 18 mehan da li dar xistin da 250 terorîst hatin berterfkirin, 25 mensbûbên rêxistinê jî teslîm bûn.
Li bajêr di encama operasyonên hêzên ewlekariyê da PKK di serî da rêxistinên terorê yên li kirê bajêr derbe li ser derbeyê xwarin.
Di encama operasyonên hevpar ên JOH, POH û MÎTê da ji 15ê Tîrmeha 2016an vir va 250 terorîst hatin berterfkirin, 25 mensbûbên rêxistinê jî teslîm bûn.
Hêzên ewlekariyê operasyonên xwe bênavber li herêmên Alibogazi, Kutuderesi, Ahpanos, Aslica, Sal Deresî, Bali Deresî, Dokuzkaya, Karagol û Kizilmescitê didomînin.
- Di têkoşîna dijî terorê da "guhertina konseptê"
Hêzên ewlekariyê yên ku salên berê bi yekîneyên qelebalix derdiketin operasyonan, êdî di van salên vê axiriyê da bi yekîneyên piçûktir û tevî firokeyên bêfirokevan ên çekdar, helîkoperên ATAK û obusên bahozê va opersayonan li dar dixin.
- Nêzîkî 4 hezarî operasyon
Hêzên ewlekariyê her cure agahiyê dinirxînin û herwiha ji dîtin û berterefkirina terorîstan şev û roj, havîn zivistan operasyonan li dar dixin.
Piştî 15ê Tîrmehê di nêzîkî 4 hezar operasyonî da li Tunceliyê 255 şikeft û starghên terorîstan hatin jinavbirin.
Di şikeftan da 195 kalaşnîkof, 33 M-16, 2 Zagros ên dijî helîkopteran, 7 bîksî û 3 doçka, 7 qenas, 10 demançe, 160 bombeyên destan, 12 RPG-7roketavêj, 11 ton madeya teqemeniyê, 51 teqemeniyên destçêkirî, 490 tûpên mitfaqê, 70 bêtêl, 10 bêtêlên mezin, 51 hezar muhîmat, 12 jenerator û 70 ton zad û alavên sereke yên jiyanê hatin bidestxistin.
Di operasyonan da herwiha 52 qaşo berpirsên pilebilind ên rêxistinê hatin berterefkirin.
- 225 hevkar hatin girtin
Di operasyonên dijî kesên ku alîkariya rêxistinên terorê dikin û wan dihewînin da 450 hevkar hatin binçavkirin.
Ji van berşikên ku bo edliyeyê hatin sewqkirin, 225 jê hatin girtin, yên mayîn jî bi piranî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.