Haydar Şahin
18 Îlon 2018•Rojanekirin: 18 Îlon 2018
TUNCELİ
Li Ovacika navçeya Tûnceliyê di operasyonê ji hewayê piştgirî danê da 6 terorîstên di amadehiya êrîşê da hatin berterefkirin.
Di daxuyaniya Walîtiya Tûnceliyê da hat diyar kirin ku di operayoan bi roj li çil û çiyayên Tûnceliyê hat kirin da 4 terorîst hatin berterefkirin.
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirink u li herêmê operasyon dewam dike û wiha hat gotin:
"Îro Fermandariya Cendirmeyan a bajarê me di operasyona li çil û çiyayên navenda Tûnceliyê ya bi roj da 4 terorîst, di ya bi şev li çil û çiyayêçn Ovacikê hat kirin da jî 6 terorîstên di amadehiya êrîşê da bi tevahî 10 terorîst berteref kirin. Li herêma operasyon dewam dikin û emê der barê geşedanan da agahiyê bidin raya giştî."
Di daxuyaniyê da hat gotin ku li tevahiyê bajêr ji bo pêşîlêbirîna xebatên terorîstan û derdestkirina wan xebat bênavber dewam dikin.