Haydar Şahin
21 Sibat 2018•Rojanekirin: 22 Sibat 2018
MUŞ
Li Vartoya navçeya Mûşê li tesîsa ku li berpala bajêr hatiye avakirin ji bo xwedîkirina masiyên deqsor dest bi hildana xerzên masiyan kirin.
Li tesîsa li Beşîkkayaya gundê Vartoyê di salê da 30 milyon masiyên keskesor û 7 milyon masiyên deqsor ji hêkan tên derxistin.
Abdurrahman Baltaşê xwediyê tesîsa masiyan di daxuyaniya xwe da diyar kir ku her sal di meha sibat û adarê da xerzên masiyan hildidin.
Baltaş got ku masî zehf hesas in û dibê di rewşa bêdeng û bêstres da werin xwedîkirin û wiha axivî: "Em masiyên hatine xerzdanînê hildidin beşa taybet. Masiyên deqsor di avên sar û pak da dijîn. Em li tesîsa xwe ya li berpala çiyê ya ku bilindahiya wê 2060 mêtre ye masiyan xwedî dikin."
Baltaş got li tesîsê di 10 hewzên ku dirêjahiya wan 8 mêtre kûrahiya wan 4 mêtre da makemasiyan xwedî dikin û wiha pê da çû:
"Em pêşiyê makemasiya ku hatiye xerzdanînê hildidin û xerzên wê kom dikin, paşê jî xerzên bavemasiyan kom dikin. Em vî xerzî li nav hev dixin. Ji bo ku dolê bigrin em 3 deqîqeyan li bendê disekinin û paşê xerzan dişon û datînin depoyên taybet. Xerzên ku qasî 45 rojan di depoyê da disekinin vedibin û jê masî derdikevin. Em masiyên ku ji xerzan derketine di hewzên piçûk da xwedî dikin. Paşê jî neqlî çêwlikên masiyên deqsor dikin û salekê li wê derê xwedî dikin. Piştî ku salek derbas dibe jî masiyên me ji bo xwarinê amade dibin."