25 Hezîran 2017•Rojanekirin: 26 Hezîran 2017
VAN
Li Tuşbaya navçeya Wanê û Kemaha navçeya Erzincanê 2 jê jin 6 endamên PKKya rêxistina terorê hatin berterefkirin.
Li gor agahiyên çavkaniyên ewlehiyê ekîbên Midûriyeta Ewlehiyê li ser îxbarê li taxa Selîmbeyê dijî maleke endamên rêxistinê tê da bûn û amadehiya çalakiyê dikirin derketin operasyonê.
Hat destnîşankirin endamên rêxistinê digel hişyariyê teslim nebûn û pevçûn derket û di pevçûnê da 2 endamên PKKyê hatin berterefkirin.
Di operasyonê çek û cebilxane hatin qefaltin.
Li çoltera Kemaha navçeya Erzincanê bi piştgiriya Wesayîta Bêmirov a Hewayî ya Çekdarî (SÎHA) va operasyon hat kirin û 2 jê jin 4 terorîst hatin bertefkirin.
Walîtiya Erzincanê daxuyaniya xwe da ragihand ku hêzên ewlehiyê yên operasyonê dijî rêxistinê birêva dibin li çoltera Kemahê leqayî mensûbên rêxistinê hatin.
Hat gotin di operasyonê da 2 jê jin 4 mensûbên rêxistina terorê hatin berterefkirin, di lêgerînên li herêmê da jî 4 bombe, 4 keleş, 11 şarjorên keleşê, dûrbînek û hin amûrên ji bo jiyanê hewce dikin hatin qefaltin.