Abdullah Tel
25 Hezîran 2017•Rojanekirin: 25 Hezîran 2017
HAKKARÎ
Li Hekariyê ekîbên polêsan deverên wesayît kontrol dikirin şofêr dan sekinandin, eyda wan û rêwiyan bi kurdî û tirkî pîroz kirin, loqim îkramî wan kirin.
Ekîbên Midûriyeta Ewlehiya Bajêr bi minasebeta Eyda Remezanê di derketina bajêr da li Cihê Kontrolê ya Depînê wesayît kontrol kirin.
Di vê navberê da ekîbên Midûriyeta Şaxa Polêstiya Hêza xwe ji Gel Hildide jî eyda şofêr û rêwiyan bi kurdî û tirkî pîroz kir, loqim da wan û qolonye bi destê wan da kir.
Polêsan ji şofêran xwest ku bila li gor rê û rêzikên trafîkê tevbigerin.
Welatiyan jî ji ber sepandinê ji polêsan ra spas kir.