ekip
25 Hezîran 2017•Rojanekirin: 26 Hezîran 2017
ÎSTANBUL
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan li Stenbolê di bernameya pîrozbahiyê ya AK Partiyê da xeberda.
Serokomar Erdogan di xeberdana xwe da wiha got: "Tirkiye di heman demê da dijî êrîşên bêbext yên rêxistinên terorê, lîstikên diplomatîk û sûîqestên di warê aboriyê da têkoşînê dide. Niha eyd e... Niha Sererkanê me bi fermandaran ra nimêja eydê li Başûrê Rojhilat kirin, li Sêrtê, li Tilloyê kirin. Wezîrê Karên Navxweyî li Hekariyê, li Çukurcayê nimêja eydê kir. Sekan tuneye û em di rêya xwe dimeşin, derdê me ev e."
Erdogan diyar kir Tirkiyeyê nehişt tu korîdorên terorê li ser sînorê me yê Sûriyeyê bên vekirin û wiha got: "Me bi saya Hereketa Mertala Feratê nehîşt tu korîdorên terorê li ser sînorê me yê Sûriyeyê bên vekirin. Mixabin yên ku me dost dizanibûn, bi dijminên me re, bi rêxistinên terorê re hevkarî kirin û hevkariyê dikin. Yên ku ev çek dane rexistina terorê û paşê jî gotin em ê çakan ji wan paşve wergirin, bila bizanibin wan xetayeke mezin kir. Ew ê rojekê vê baş fehm bikin lê wê hingê jî wê êdî dereng be."
Serokomar Erdogan destnîşan kir em tu wextê destûrê nadin li bakurê Sûriyeyê, li ser sînorê me dewleteke terorê bê avakirin wiha dewam kir: "Divê hemû dinya vê bizanibe, em tu wextê destûrê nadin li bakurê Sûriyeyê, li ser sînorê me dewleteke terorê bê avakirin. Yên piştgiriyê didin jî wê vê rastiyê bibînin. Bi Mertalê Feratê leşkerên me çawa ku li Cerablus, Raî, Dabiq û El Babê li qadeke 2 hezar kîlomêtroyî tevî Artêşa Sûriyeya Azad çi ji dest hat kirin, ji vir û pê da jî wê heman tiştî bikin. Tawîz tuneye. Min ev ji wan ra bi eşkereyî got. Lewra Tirkiye dewleta konan nîne, divê her kes vê bizanibe. Em ê him di NATOyê da bi hev ra bin û him jî bi rêxistinên terorê ra hereket bikin, ev çito kar e? Wê hingê divê NATO cardin bê nirxandin û şîrovekirin. Gavên tên avêtin li dijî rêzik û hevkariyê di NATOyê da tên avêtin."
Erdogan di xeberdana xwe da bangî welatên Ewropayê kir û wiha peyivî: "Em bangî wanê ku zêde muhabetê nîşanî mensûbên rêxistinên terorê didin û wan diparêzin dikin ku ji ber vê yekê wê rastî bobelatê bên, ji ber vê bila bi aqil bin. Tirkiyeya ku ji tecrubeya xwe ya dîrokî, yekîtî û bihevratiyê hêzê hildide bi awayekî wê ji heqê van hemû musîbetan bê der. Lê nêz e ku jehra wan marên di rehên wan kesên tenê ji ber zirarê didine me û bi vê aramancê wan xwedî dikin da biherike."
Erdogan got em ji bo pêşeroja şexsî siyasetê nakin wiha axivî: "Me têkilî û pêwendiyên xwe bi gelê xwe ra tu wextê qut nekirine. Em ji bo pêşeroja şexsî siyasetê nakin, tenê û tenê ji bo xizmeta welêt siyasetê dikin. Em dizanin hemû meqam fanî ne, ya baqî ew e meriv dengekî baş bihêle û bi qenciyê bê bibîranîn. Helbet di vê pêvajoyê da hin kes di rê da man û hêza wan têrê nekir û ji bîr kirin bona çi siyasetê dikin. Hin kes ji bo meqam û rutbeyê serxweş bûn û li pey dinyayê ketin. Helbet kesên li gor vê îmtihana zehmet hereket kirin jî derketin. Îro ew di nav me da nînin. Heger yên xwe veşartine û li derdorê digerin helbet wê roja wan jî were û hesab bidin. Lê ji bîr nekin hemd ji Xwedê ra bingeha AK Partiyê sipîsaxlem e û li piya ye."
Erdogan di berdewamiya xeberdana xwe da wiha got: "Ez bangî wan hemûyan dikim. Li kî derê endamekî FETOya rêxistina terorê hebe hûnê miheqaq bibêjin. Eger hûn nebêjin berpirsyarê wê hûn in. Emê hesabê wan kesên dixwestin vê umetê û miletî perçe bikin, bipirsin. Binihêrin, mêrik li Pensîlvanyayê niha li çêwlika xwe dijî, ma ne wisa? Lazim e hûn fehm bikin. Amerîka çima wî îadeyî me nake? Ji ber vê divê em li ser vê meseleyê bi hev ra bixebitin. Hûn li kîjan taxê kî heye baş dizanin. Hûnê bibînin, emê jî li ser lêkolînê bikin û di çarçoveya hiqûqê da em ê wan ceza bikin."