Elif Orhan
04 Nîsan 2018•Rojanekirin: 04 Nîsan 2018
ANKARA
Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn destnîşan kir ku dê Santrala Hêza Nukleer a Akkuyuyê (NGS) ewledar be û dostê jîngehê be û got ku "Em dixwazin di sala 2023yan da bloka vejenê ya ewil bikeve dewrê. Emê dê di sedemîn salvegera Tirkiyeyê de vê bikin."
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn li Kulliyeya Serokomariyê bi rêya vîdeo konferansê beşdarî merasima xîmavêtina NGSê bûn.
Pûtîn di axaftina xwe ya di merasimê de pîroz kir ku Tirkiye dest bi avakirina înşeata bloka vejenê ya yekemîn a santrala hêza nukleer a ewil kir û wiha axivî: "Ev projeya nûjen gelekî biqîmet û girîng e. Em îro li Tirkiyeyê ne teê dest bi avakirina santrala nukleer a ewil dikin, em sektora karê nukleer a Tirkiyeyê jî ava dikin. Em sektorekî nû ava dikin."
Pûtîn destnîşan kir ku Tirkiye welatekî wisa ye ku ji aliyê aboriyê ve pêş ketiye û got ku "Ev bi temamî pêngavekî nû ye. Di pêşketina aboriya Tirkiyeyê de pêngaveke nû ye."
Pûtîn diyar kir ku Rûsya di sektora vejena nukleer de welatekî serkêş e û got ku "Standartên ewlehiyê dê di asta herî jor de be û projeya me dê zirarê nede xwezayê."
Pûtîn destnîşan kir ku NGS dema bikeve dewrê dê potansiyela zanist û teknolojiyê ya Tirkiyeyê zêde bibe û got ku dê ji bo bikarhênerên Tirk ceyrana hem paqij hem jî ekonomîk bê temînkirin.
Pûtîn bal kişand ku santral dê ji sedî 10ê hilberîna ceyrana Tirkiyeyê pêk bîne û wiha axivî: "Hevkarên Ûris bi awayekî aktîf dixwazin ku dezgehên biçûk û navîn ên Tirkiyeyê ji bo ku tevî vê projeyê bibin teşwîq bikin."
Pûtîn destnîşan kir ku ji 350yî zêdetir şirketên Tirk dixwazin ku tevî lîsteya peydeker a potansiyelê bibin û diyar kir ku NGS hem li Tirkiyeyê hem jî li Rûsyayê dê derfet bide ku kargehên nû bên avakirin, pirsporên dahata wan zêde û kalîfiye derkevin û di vê warê de hevkarî bê kirin.
Pûtîn da zanîn ku di qada vejena nukleer de li zanîngehên Ûris ji 200î zêdetir xwendakarên Tirk perwerdeyê dibînin û qal kir ku pêşniyaz kirin ku mezûn li Şirketa Nukleer a Akkuyuyê bên îstihdamkirin.
Pûtîn wiha axivî: "Ez her wiha dixwazim ku ji ber biryara ku di mijara ji ber ku "statiya veberhênana stratejîk" dan projeyê dan spasiya hevkarên me yên Tirk bikim. Ev statu dê îmtiyazên cur bi cur bide projeyê. Dê ev yek ji aliyê aboriyê ve projeyê cazîbedartir bike. Ez her wiha dixwazim ku spasiya parlementerên TBMMê jî bikim."
Pûtîn destnîşan kir ku gelek hedefên wan ên bi îdia hene û got ku "Em dixwazin di sala 2023yan da bloka vejenê ya ewil bikeve dewrê. Emê dê di sedemîn salvegera Tirkiyeyê de vê bikin."
Pûtîn qal kir ku her du welêt dê ji bo vê hedefê hewl bidin û got ku "Bi serkeftî bicîanîn vê projeyê dê bibe sembola bi awayekî dînamîk pêşxistina hevkariya me. Dê bibe sembolekî dostaniya Tirk û Ûrisan."
Pûtîn destnîşan kir ji bo ku proje serkeftî temam bibe dê bi Serokomar Recep Tayyîp Erdogan re çi ji destê wan bê bikin û diyar kir ku hêvî dike ku dê gelê Tirk ji çêkirina NGSê kêfxweş bibe.
-Serokdewletê Rûsyayê Pûtîn: "Di hevdîtina me ya bi Serokomar Erdogan re de me biryar da ku maweya teslîmata pergalên S-400î kêm bikin."
Serokê Ûris Pûtîn: (Di S-400î de) Îmalata hevpar û îxracata teknolojiyê mijara pêbaweriyê nîne, bi temamî mijareke bazirganiyê ye."