15 Rêbendan 2019•Rojanekirin: 16 Rêbendan 2019
ŞIRNAK
Li Cizîra navçeya Şirnexê welatiyên ku 3 sal berê ji ber êrîşên PKKya rêxistina terorê ji mal û xaniyên xwe bûbûn, di malên xwe yên nû da bi cih bûn.
Li Taxa Cûdiyê ya ser navçeya Cizîrê ji ber çal kolandinê, înfilaqkirina teqemeniyan û şewitandinê gelek xanî wêran bûn û welatiyên li wan deran dijîn jî mexdûr bûn. Wezareta Hawirdor û Bajarvaniyê jî ji bo çareserkirina mexdûran li Taxa Konakê dest bi çêkirina 3 hezar û 87 xaniyî kir û ji wan jî niha 2 hezar û 470yê wan temam bûne.
Di nav wan xaniyan da jî 947 xanî û 145 dikan teslîmî xwediyên wan hatin kirin.
Avakirina 617 xanî, 55 dikan û maleke ji bo şînê jî dewam dike.
Meziniya xaniyên ji bo mexdûrên terorê hatin çêkirin di navbera 90, 120 û 140 metreqereyî da ne û ew taxên ku demekê ji dengê çek û teqînan xalî nedibû niha bi dengê zarokan geş e.
Çar aliyê xaniyan hatiye çêkirin û zarok jî li wan parkên ku dor û berê xaniyan hatine avakirin da heta êvarê têra dilê xwe dileyîzin û kêf dikin.
- "Xaniyên gelek baş û xweş çêkirine"
Ji welatiyan Ayşe Alkiş (27) a xwedî du zarokan daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku ew cihê xanî lê hatine çêkirin baş e û ji ber di xaniyekî baş û xweş da jî rûdinê pir kêf xweş e û wiha pê da çû: "Ji qelebalixiya bajêr dûr e û cihekî aram e. Xaniyên gelek baş û xweş hatine çêkirin. Mîna xaniyên li bajarên mezin heman xanî li vir jî hatine çêkirin."
- "Xwedê ji kesên çêkirine razî be"
Pîrûze Yilmaz (62) a xwedî 8 zarokan jî destnîşan kir ku di mala wan a berê da sobe hebû û li vî xaniyê nû wê derdekî wan ê wisa tunebe.
Yilmazê got: "Xaniyê me yê berê 15 salî bû û ev xanî bi her tiştê xwe orjînal e. Li pêşiya mala me ji bo ku zarok bikaribin bileyîzin park hatine çêkirin. Hewa vê derê gelek xweş e û Xwedê ji kesên van xaniyan li vê derê çêkirine razî be."
- "Êdî odeyeke ku aîdê min e heye"
Bedîrhan Merdûş (11) ê ku hêj zaroke jî bibîrxist ku mala wan a li Taxa Cûdiyê di dema bûyeran da hat xerakirin û wiha pê da çû: "Li pêş mala me ya berê park û sehe tunebû. Niha li vê derê li pêş malê ne. li mala me ya nû êdî odeyeke ku aîdê min e heye. Ez û hevalên xwe li vê derê dileyîzin û gelek şa dibin."
- "Malbat di nav hizûrê da dijîn"
Mixtarê Taxa Cudiyê Suleyman Edîz destnîşan kir ku şêniyên li malên xwe bi cih bûn êdî di nav hizûrê da jiyana xwe didomînin.
Qeymeqam û Wekîlê Şaredar ê Cizîrê Faîk Arican diyar kir ku piştî wezîfedarkirinê ji bo reng û rûçikên navçeyê bigûhere ji hêla îmar û bajarvaniyê va dest bi xebatê kirin û wiha pê da çû: "Me li navçeyê bi tenê rê û avahiyan çênekir. Xebatên wek çandî, civakî û hunerî yên ku moralê gel xweş bike, dilê wan rihet bike û bi kêrî navçeyê jî bên, bir serî. Di şûna zirar û ziyana ku rêxistina terorê da navçeyê da 3 hezar 87 xanî, 200 dikan, 3 mizgeft û 2 malên şînê hatin çêkirin. Ew hemû ji 5 beşan pêk tên û heta niha 4 beşên wan temam bûn."