Haydar Şahin
15 Rêbendan 2019•Rojanekirin: 17 Rêbendan 2019
ŞANLIURFA
Welatiyên Sûriyeyê yên ji şerê navxweyî yê li welatê xwe revîn û li Şanliurfayê dijîn li bendê ne ku axa wan a bi destê YPG-PYD/PKKya rêxistina terorê hatiye dagirkirin were xilaskirin.
Bi sedan welatiyên Sûriyeyê yên ji Til Ebyad, Resulayn û Kobanêya li sînorê Tirkiyeyê ji ber ku axa wan bi destê rêxistina terorê hat dagirkirin mecbûr man xwe sipartin Şanliurfaya ku eqrebeyên wan lê dijîn.
Welatiyên Sûriyeyê yên wekî "mihacir" hatin Tirkiyeyê û bi hişmendiya "ensar"iyê hatin pêşwazîkirin, li Siruca navçeya Şanliurfayê di konbajaran da jiyana xwe didomînin.
Kurd û Erebên ji Sûriyeyê yên hemû hewcedariyên wan bi destê Tirkiyeyê tên dîtin li bendê ne ku axa wan ji dagiriya YPG-PYD/PKKyê were xilaskirin û hizûr û aştî were welatê wan.
Ehmed Silêmanê ji Kurdên Kobanêyê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku piştî destpêkirina şerê navxweyî ji bo neyên kuştin revîn Tirkiyeyê.
Silêman got dema ji Sûriyeyê hat Tirkiye baş nas nedikir û wiha axivî: "dema em hatin Tirkiyeyê li me xwedî derketin, alîkarî dan me. Dewlet me rind xwedî dike. Heke em nehatibûna Tirkiyeyê em ê li wê derê pêrîşan bibûna."
Silêman diyar kir ku gelekî bêriya welatê xwe kirine, li bendê ne ku şerê li welatê wan xilas bibe.
Silêman destnîşan kir ku cî û warê wan nika di destê rêxistina terorê da ne û wiha pê da çû: "Terorîstan malên me xirab kirin. Em êdî dixwazin ku herêm ji terorê were paqijkirin. Herêmên ku Tirkiyeyê paqij kiribûn êdî ewledar in û li wan deran selamet heye. Merivên li wê derê bi kêfxweşî jiyana xwe didomînin."
- "Ku li Sûriyeyê bimana em ê bihatina kuştin"
Ahde Cemala bi 7 zarokên xwe ra ji Îdlibê hatiye Tirkiyeyê jî got ku zarên wê li vê derê perwerdeya xwe didomînin.
Cemalê diyar kir ku ji bo zarên wê di ewlehiyê da bijîn ji welatê xwe rev û wiha axivî: "Zarên min li vê derê perwerdeya xwe didomînin. Heke em li Sûriyeyê bimana, zarên min ew ê yan bihatina kuştin yan jî rêxistinên terorê ew ê bi xwe bibirina. Em êdî li axa xwe ne terorê ne jî şer dixwazin. Daxwaza me ew e ku aştî were welatê me û em li axa xwe bi hizûr bijîn."
Esma Hadiya dayîka 5 zaran a Kurd jî got ku ji Til Ebyadê ne û ji dewlet û miletê Tirkiyeyê ra sipasdarin ku li wan xwedî derketin.
Hadiyê destnîşan kir ku beriya şer çend caran hatibû Tirkiyeyê û wiha got: "7 sal in ez li vê derê dijîm. Xanî û hacetên me di şer da çûn. Bira êdî şerê li welatê me xilas bibe, teror ji holê rabe. Heke herêm ji terorê were paqijkirin û aştî were em dixwazin vegerin û xaniyên xwe ava bikin. Daxwaza me ew e ku wekî berê bi kêfxweî bijîn."