30 Tebax 2016•Rojanekirin: 31 Tebax 2016
ÎSTANBUL
Di çarçoveya lêpirsîna li ser şaxa milkiyeyê ya Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO/PDY) ya ku Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê rêva dibe da 4 kesên ku di nav wan da Midûrê Ewlekariya Stenbolê yê berê Huseyîn Çapkin jî heye hatin binçavkirin.
Di çarçoveya lêpirsîna li ser şaxa milkiyeyê ya FETO/PDYê ya ku di kordinasyona Îsmaîl Uçarê Cîgirê Serdozgerê Buroya Sûcên Rêxistinî û Terorê ya Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê hat kirin da delîlên teze hatin dîtin û li ser vê xebat hatin kirin.
Dozgeriyê der heqê Midûrê Ewlekariya Stenbolê yê berê Huseyîn Çapkin, waliyekê navendê û 2 qaymeqaman da biryara binçavkirinê da. Ekîbên polêsan li ser telîmatê Çapkin li Îzmirê binçav kir.
Huseyîn Avnî Mutluyê waliyê berê yê Stenbolê yê ku di çarçoveya lêpirsînê da hatibûbinçavkirin, 7 waliyên navendê, alîkarekî walî û 3 qaymeqam bi tevahî 12 şikbar hatibûn girtin.