30 Tebax 2016•Rojanekirin: 31 Tebax 2016
ANKARA
Ji bo Cejna Serfiraziya 30yê Tebaxê û Roja Hêzên Çekdar a Tirkiyeyê li Anitkabîrê merasim hat lidarxistin.
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, Serokê Meclisê Îsmaîl Kahraman, Serokwezîr Bînalî Yildirim, Serokê Dadgeha Qanûna Bingehîn Zuhtu Arslan, Sererkan Orgeneral Hulusî Akar, Serokê Gişkî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu, Serokê Gişkî yê MHPê Devlet Bahçelî, alîkarên serokwezîr Numan Kurtulmuş, Nurettîn Canîklî, Mehmet Şîmşek, Tugrul Turkeş, Veysî Kaynak, serokê saziyên daraza bilind, endamên Lijneya Wezîran, fermandarên hêzên leşkerî û erkana dewletê li ser Rêya Şêran bi meşê va dest bi merasimê kirin.
Serokomar Erdogan çelengek danîn ser mozoleya Ataturk, helwesta rêzê nîşan da û Sirûda Neteweyî xwendin.
Erdogan û kesên pê ra paşê derbasî Birsê Mîsakî Miliyê bûn. Serokomar Erdogan li vê derê Deftera Taybet a Anitkabîrê îmze kir û nivîsa ku di defterê da nivîsîbû xwend.
"Em bi yekîti, hevrabûn û piştevaniyê va têkoşîna xwe ya îstiqbalê didomînin"
Serokomar Erdogan wiha got:
"Ataturkê ezîz, em îro salvegera 94an a Serfiraziya Mezin bi kelecanî û rûmet pîroz dikin. Ji bo ku Komarê bi bawerî û ezmê serdest bikin bi hemû hêza xwe va dixebitin. Em guh nadin êrîşên rêxistinên terorê û çeteyên îxanetê yên ku dixwazin pêşî li me bibirin, em ê wan têk bibin, bi yekîti, hevrabûn û piştevaniyê va têkoşîna xwe ya îstiqbalê didomînin.
Pireya Osman Gaziyê û ya Yawiz Siltan Selîmê yên ku me îsal çêkir nîşana têkoşîna me ne. Miletê me yê ezîz wek 94 sal berê di 15ê Tîrmehê da hemû cudahiyên xwe da aliyekî û îradeya xwe nîşan da, ev ji bo me çavkaniya ewlehiyê ye. Emê vî welatê wek cinetê yê ku te û şehîdên me yên ezîz emanetî me kirin bi canê xwe biparêzin."
Wek mayîn Serokomar Erdogan di hatin û çûyîna Anitkabîrê da selam da welatiyan.