Abdullah Tel
01 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 02 Cotmeh 2018
ANTALYA
Li Alanyaya navçeya Antalyayê du birayên ji Batmanê di behrê da xeniqîn û zimanê tu nas û dostan lê negerî ku ji bavê wan ra bibêje du ewladên te di behrê da xeniqîne.
Li ser vê bi hinceta ger û gezmaxê gazî bav kirin, ew hat bajêr û li ber deriyê morgê hîn bû ku du ewladên wî mirine û ew jî xeriqî.
Halîl Îmenê 14 salî û kekê wî Burhan Îmenê 15 salî duh li Alanyayê di behrê da xeniqîn, xizmên wan jî nexwestin rewşê ji bavê wan ê ku wê demê li Denizliyê bû ra bibêjin û xwestin ku bila ew derbasî Antalya bibe.
Bavê du ewladên xeniqîne çawa li bajêr peya bû xizmên wî ew birin ser cinazeyên zarokên wî û li ber deriyê morga edlî ya tibê jê ra gotin ku herdu ewladên te xeniqîne.
Li ser vê xebera reş bav Îmren ji xwe çû û xeriqî.
Hat hînbûn ku Mehmet Îmen du meh berê ji Batmanê koçî Denizliyê kiriye û li wir di fabrîkeyekê da jî dest bi kar kiriye herdu zarokên wî jî 4 roj berê ji bo xebatê hatine Alanyayê.
Cinazeyê du birayan wê bibin û li Batmanê veşêrin.
Duh li Taxa Payallar a ser Alanyayê Halîl Îmen û kekê wî Burhan Îmen di behrê da xeniqî bûn.