10 Nîsan 2017•Rojanekirin: 11 Nîsan 2017
VAN
Li Wanê kesekî ji Îranê di hundirê wesayita xwe da mirî hat dîtin.
Li ser Kolana Serxwebûna Neteweyî li pêşiya kargehekî wesayita ku ev 3 roj bûn parqkirî bû, welatiyan şik bir ser û agahî dan polêsan.
Di lêkolîna ekîbên ku hatin ciyê bûyerê da xelkê Îranê Peyman Azimzadejadiyê 44 salî di hundirê wesayitê da mirî hat dîtin.
Ji bo otopsiyê cenazeyê Azimzadejadi rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Herêma Wanê.
Der barê bûyerê da lêpirsîn dan destpêkirin.