Türkan Tosun
12 Sibat 2019•Rojanekirin: 15 Sibat 2019
MARDÎN
Li bajarê Mêrdînê ya ku şopên gelek şaristaniyan lê heye sedsalekê zêdetir e kebabên goştê bi kêran va hatiye hûrkirin tê çêkirin û nav û dengê van kebaban gihîştiye her derê.
Hosteyê kebaban Ridvan Oruk bi salan berê di xwaringeha xwe ya bi navê "Kebapçî Rido" da kebabên bi goştê kêran va tê hûrkirin çêdike, nav û dengê xwe li dervayî Mêrdînê jî dide bihîstin.
Ridvan Oruk wek xebatkarekî di xwaringehekê da dest bi kar kiriye, lê paşê bûye hosteyê vê xwaringehê.
Oruk ji ber ku makîna wî ya qîmeyê tunebûye goşt bi kêran va hûr kiriye û bi vî goştî kebab çêkirine wisa ku di nav demê da nav û dengê kebabên wî li herêmê belav bûye.
Dema Oruk miriye kurê wî Mehmet Oruk di sala 2006an da navê xwaringehê "Kebapçi Rido" daye tescîlkirin û karê ku ji bavê wî maye meşandiye.
Niha Tarkan Orukê ji nifşê 3yemîn li ser vî karî ye û tehma 123 salane dewam dike, diparêze.
Kebabên vê xwaringehê li Mêrdînê navdar in, wisa xweş in ku Stenbol û Enqere di serî da ji gelek bajaran siparîş tên xwestin.
- "Em sed saleke kebaban çêdikin"
Tarkan Oruk ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand kalikê wî çêkirina kebaban hînê bavê wî kiriye, ew jî ji bavê xwe hîn bûye û wiha axivî: "Kalikê min wek çirax kete vî karî. Di nav demê da bû şirîkê hosteyê xwe. Paşê bû xwediyê vê derê. Wê demê makîneya wî ya qîmeyê tunebû. Goşt li ber çavê xelkê perçe perçe dikir, bi kêrê hûr dikir û wisa dipijand. Di nav demê da nav û dengê wî belav bû. Xwe navê xwe da bihîstin. Gelek muşteriyên wî hebûn. Hin kesên li Heleba ku kebab lê navdar ê dihatin li cem wî xwarin dixwarin. Mêvanên biyanî yên dihatin Mêrdînê jî dihatin vir. Bi vî awayî her kesî navê wî bihîst."
Oruk got ew jî wek kalikê xwe goşt bi kêran hûr dikin, qasî wî nebe jî hewl didin tehma kebabên wî bigîhînin mişteriyên xwe.
Ji bo mişteriyan jî Oruk wiha axivî: "Em van kebaban dişînin Stenbolê, Enqereyê. Turîstên tên li vir jî pir jê hez dikin. Piştî ku kebabê dixwin spas dikin. Em sed saleke kebaban çêdikin. Wek neviyên wî em vî karî dimeşînin. Bi îzna xwedê heta ku biçe, emê vî karî bikin."
- "Ez her aliyê Tirkiyeyê geriyam, lê min wek vê kebabê nedît"
Mehmet Borayê mişteriyê Kebapçi Rido ye jî got ew ji navçeyeke din tê vir ku kebabê bixwe û wiha axivî: "Em bi taybetî ji bo kebabê hatin vir. Kebaba vê derê pir bitehm e, navdar e. Yê ku bixwaze li Mêrdînê kebaban bixwe tê Ridoyê. Li cihên din jî heye, lê tehma wan cuda ye. Em kêfxweş in ku marqeyeke wiha ji Mêrdînê derketiye."
Şofêrê tiran Ahmet Turan jî got tehma van kebaban li tu aliyekî Tirkiyeyê tune û wiha dewam kir: "Ji 30 salan vir va ez û bavê xwe em tên vir. Ez şofêrê rêya dirêj im. Ez her aliyê Tirkiyeyê geriyam, lê min wek vê kebabê nedît."