Abdullah Tel
12 Sibat 2019•Rojanekirin: 13 Sibat 2019
ANKARA
Midûrê Giştî yê Yekîtiya Navenda Koperatîfên Krediya Çandiniyê Fahrettîn Poyraz diyar kir ku bi saya firotina sewzeyên li cihên tenzîman guherînekê dest pê kir û wiha pê da çû: "Biha gelekî kêm bûn. Hin market kartol û pîvazan bi 2 lireyî difroşin."
Poyraz bû mêvanê Maseya Aboriyê ya Ajansa Anadoluyê (AA) geşedanên diqewimin nirxand, fikr û ramanên xwe parve kir û pirsên rojevê eleqedar dikin jî bersivand.
Di axaftina xwe da Poyraz bal kişand ser cihên tenzîmê ku ji bo rê li ber spekulasyonên sewze û fêkiyan bigire, hatibûn vekirin û der barê sepanê da agahî da û wiha pê da çû: "Di firotina li tenzîman de plana me ji bo du meh û nîvan heye. Yên ku derva tên hilberîn dema bikevin piyaseyê dê ji ber zêdebûna berheman biha dakevin."
Midûr Poyraz ragihand ku bi saya xebatê bihayê gelek sewze û fêkiyan li markêt û bazaran daketin.
Di berdewamiya axaftina xwe da jî Poyraz got: "Em dixwazin ku di heyama pêş de hema bêje di her berhemên di mitbexan da tên bikaranîn de wek koperatîf di piyaseyê de bin."