Hüseyin Burak Demirer,Fatih Gazioğlu
13 Berfanbar 2023•Rojanekirin: 13 Berfanbar 2023
Hekem Halîl Umut Melerê piştî pêşbirka MKE Ankaragucu-Çaykur Rîzesporê rastî êrîşê hatibû û ew rakiribûn nexweşxaneyê, piştî ku tedawiya wî temam bû ji nexweşxaneyê derket.
Di hefteya 15emîn ya Lîga Super ya Trendyolê da tîmên MKE Ankaragucu û Çaykur Rîzesporê hatibûn pêşberî hev û her du tîm 1-1 beranberî hev mabûn. Di dawiya pêşbirkê da Serokê MKE Ankaragucuyê Faruk Koca êrîşî hekem Halîl Umut Meler kiribû û ew rakiribûn Nexweşxaneya Enqereyê ya Acibademê.
Tedawiya Meler temam bû û ew îro ji nexweşxaneyê derket.
Meler dema ji nexweşxaneyê derket û li wesayîta xwe siwar bû destê xwe ba kir û bi nezareta polêsan da çû Îzmirê.
Serhekîmê Nexweşxaneya Enqereyê ya Acibademê Dr. Mehmet Yorubulut der barê rewşa Meler da got ew gelekî baş e, ji bilî çavê wî yê werimî tu tiştekî wî nemaye û cihê ku ew niha diçe jî ewê hin caran here kontrola xwe bide kirin.
Yorubulut li ser pirsa "Meler çima tiştek li sîtûyê xwe alandiye" jî wiha got: "Ji ber ku ew werzişvan e dibe ku di sitûyê wî da fitiq hebe. Ji bo tevdîrê me ew sitûyê wî aland. Şikesteka wî jî wê di nav demê da wê baş be. Xwîn jî êdî hindik diherike."
Serokê MKE Ankaragucuyê Faruk Kocayê êrîşî Meler kiribû jî hatibû girtin û ji vê wezîfeya xwe îstifa kiribû.