13 Îlon 2016•Rojanekirin: 14 Îlon 2016
ANKARA
Li Şemzînana navçeya Hekariyê di operasyona ku teyareyên Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê kirin da 3 hedefên dînamîk hatin îmhekirin, herî kêm 3 terorîst hatin kuştin.
Di daxuyaniya Sererkaniyê da hat destnîşankirin ku teyareyên Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê di navbera saet 00.01-00.33yan da operasyon birin ser çola Şemzînanê.
3 hedefên dînamîk ên li herêmê di çarçoveya operasyonê da hatin îmhekirin, li tesbîtên ewil herî kêm endamên rêxistina terorê hatin kuştin.
Teyareyên ku bi serkeftî wezîfeya xwe kirin vegeriyan baregehên xwe.
Tesbîta zaiyatan hê dewam dike.
Sererkaniyê ragihand ku di operasyona li Çukurcaya navçeya Hekariyê hat kirin da gelek çek û melzemeyên qaçaxcîtiyê hatin qefaltin û der barê bûyerê da kesek jî hat girtin.
Di daxuyaniya Sererkaniyê da hat diyarkirin ku li herêma Ormanliya Çukurcayê li texma çemê li ber çiyayê Kemerê bi şev operasyon hat kirin.
Hat destnîşankirin ku di operasyonê da gelek çek û melzemeyên qaçaxcîtiyê hatin qefaltin û der barê bûyerê da kesek jî hat girtin.