12 Îlon 2016•Rojanekirin: 13 Îlon 2016
MÛŞ
Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu diyar kir ku tabelaya kurdî ya Şaredariya Diyadînê ya Agiriyê dê car din li cî bê daliqandin.
Soylu li Balafirgeha Mûşê daxuyanî da rojnamevanan û got ku daxistina tabelaya Şaredariya Diyadînê karguzarî ye.
Soylu da zanîn ku tabelaya kurdî ya şaredariyê ya ku hat daxistin dê dîsa bê daliqandin û wiha axivî:
"Kurdî jî zimanê me ye. Pirsgirêka me bi terorê re ye. Min telîmat da, ew tabela dê car din li cî bê daliqandin. Em wisa difikirin ku ev yek rast nîne. Min di vê mijarê de berê agahiya hewcedar dabû hevalên me. Ez wisa bawer im ku xeletiya pêvajoyê heye. Niha înşeallah em ê rast bikin."
Wezîrê Karên Navxweyî Soylu pişt re ber bi Wanê ve derket rê.