23 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 23 Rêbendan 2018
ÎDLIB
Artêşa Sûriyeya Azad (ASA) bi alîkariya Hêzên Çekdarên Tirkiyeyê (TSK) va di çarçoveya Operasyona Çiqlê Zeytûnê da li dijî bajarokê Cinderesa li rojavayê Efrînê da operasyon destpêkir û gundê el-Hemamê ji rêxistina terorê PYD/PKKyê safî kir.
Bi awayê ku peyamnêrên AAyê yên li qadê radigihînin, ASAya ku TSK piştevanê wê ye, di operasyona xwe ya li rojavayê Efrînê da gundê El-Hemam ê li ser bajarokê Cinderesê û girên dorûberê bi dest xistin.
Herêma Cinderesê, devereke stratejîk e ku PYD/PKK ji wê derê êrîşî Reyhanliya navçeya Hatayê dike.
Ji bo qonaxên din ên Operasyona Çiqlê Zeytûnê, geşedanên li herêma Cinderesê gelekî girîng in.
ASA û TSKyê di operasyona dijî Efrînê ya ku ji hêla rojava, bakur û rojavayê bakur va hatibû destpêkirin da di 4 rojan da 14 cih bi dest xistibûn.
- Mafê Tirkiyeyê yê berevaniya rewa
Artêşa Tirkiyeyê di 20ê rêbendanê da ragihandibû ku Operasyona Çiqlê Zeytûnê dest pê kir.
Di daxuyaniya Sererkaniyê da hatibû destnîşankirin ku operasyon di çarçoveya mafên Tirkiyeyê yên ku xwe dispêrin hiqûqa navneteweyî, biryarên Konseya Ewlekariya Neteweyên Yekbûyî yên ji bo têkoşîna dijî terorê û mafê xweparastina rewa ya di peymana Neteweyên Yekbûyî da li ser esasê rêzgirtin li yekpareyiya xaka Sûriyeyê hat lidarxistin. Di daxuyaniyê da bal hatibû kişandin ku bi tenê cihên terorîstan bûn armanc û herwiha ji bo ku zirar negihêje sivîlan her cure hesasiyet hat nîşandan.
Rejima Esed di Tîrmeha 2012an da Efrîn bê şer û pevçûn dewrî PYD/PKKê kir û rêxistinê di pêvajoya şerê navxweyî da herî zêde li vê herêmê xwe ediland. Ji ber çil û çiyayên Efrînê navenda Kilîsê û qismekî Hatayê dikeve menzîla guleyên rêxistinê. Rêxistin salên dûr dirêj di ser Çiyayên Amanosê ra ji Sûriyeyê derbasî Tirkiyeyê dibe. Ji bo ku PYD/PKK ji aliyê bakurê rojavayê Sûriyeyê derbasî Behra Spî bibe, pişta xwe bi Efrînê va girê dide. Rêxistina terorê di ser Efrînê ra herêma Mertalê Feratê û herêma bêpevçûn li Îdlibê jî tehdîd dike.
Ji çar peşkan peşkeke xaka Sûriyeyê û ji sedî 65ê sînorê Tirkiye-Sûriyeyê jî di bin dagiriya rêxistinê da ye.