Haydar Şahin
29 Gulan 2018•Rojanekirin: 29 Gulan 2018
KAYSERÎ
Li 16 bajaran operasyona ku navenda wê Qeyserî ye birin ser "serbazên mehrem" ên Rêxistina Terorê ya Fetullahî/Rêxistina Dewleta Paralel (FETO/PDY) û di operasyonê da 20 kes hatin derdestkirin.
Di çarçoveya lêpirsîna di artêşa Tirkiyeyê da "sazîbûna serbazên mehrem" a FETO/PDYyê ya ku Serdozgeriya Komarê ya Qeyseriyê dimeşîne da hat tesbîtkirin ku têkiliya 4 mîralay, 4 serheng, serdarek, 7 serpel, 26 teymen, 3 binefser bi tevahî 60 leşkerî bi rêxistinê ra heye.
Hat tesbîtkirin ku berê jî der heqê 19ê wan da lêpirsîna FETO/PDYyê hatiye vekirin, ji bo 31ê wan li ser wezîfeyê 41 kesî da jî biryara binçavkirinê hat dayîn.
Di kordinasyona Şaxa Têkoşîna Dijî Sûcên Organîze û Qaçaxçîtiyê ya Midûriyeta Ewlekariya Qeyseriyê da li 16 bajaran operasyon hat kirin û ji şikbaran 20 kes hatin binçavkirin.
Ji bo derdestkirina şikbarên li navnîşanên xwe nehatin dîtin jî xebat dewam dikin.