Sevim Hatun
30 Gulan 2017•Rojanekirin: 30 Gulan 2017
BATMAN
Parlementera HDPê ya Sêrtê Besîme Konca di çarçoveya lêpirsîna ku derbarê wê de dihat birêvebirin de, li Batmanê hat girtin.
Koncaya ku li Dadgeha 2yemîn Cezayê Giran a Batmanê ji ber sûcê "endamtiya rêxistina terorî û propagandaya rêxistina terorî kirinê" girtî hatibû darizandin û di rûniştina 3yê Gulanê de hatibû berdan, li ser îtiraza dozger, Dadgeha 3yemîn Cezayê Giran a Batmanê di 8ê Gulanê de bo Koncayê biryara qefaltinê dabû.
Koncaya ku li Balafirgeha Batmanê hat binçavkirin, piştî kar û barê li vir, sewqî dadgehê hat kirin û hat girtin.