30 Gulan 2017•Rojanekirin: 31 Gulan 2017
ADANA
Navend Edene li 3 bajaran di çarçoveya lêpirsîna Rêxistina Terorî ya Fetullahî/Rêxistina Dewleta Rexber (FETO/PDY) de 25 kes hatin binçavkirin.
Ekîbên Midûriyeta Şaxa Tekoşîna Dijî Sûcên Organîze û Qaçaxçitî ya Midûriyeta Ewlehiyê ya Edeneyê li ser kesên tê îdiakirin ku endamên FETOyê ne û ByLockê bi kar tînin li Edene, Stenbol û Şanliûrfayê operasyon li dar xistin. Di operayonê de li hin navnîşanan lêgerin hat kirin û di lêgerînan de 25 kesên ku di nav wan de memûrên ji kar hatin dûrxistin jî hene, hatin binçavkirin. Polêsan Gumanbarên ku li saziya Tip a dadî ya Edenê ji kontrola tenduristiyê derbas bûn, birin midûriyeta ewlehiyê.