Önder Beyter
04 Sibat 2018•Rojanekirin: 05 Sibat 2018
ANKARA
Qaşo "wezîrê çapemeniyê" yê DEAŞê Omer Yetek li Enqereyê di operasyonekê da hat girtin.
Li gorî agahiya ku peyamnêrê AAyê bîter kir, îstixbarat gihîşt ber destê Midûriyeta Ewlekariya Enqereyê ku qaşo "wezîrê çapemeniyê" yê rêxistina terorê DEAŞê Omer Yetek li Enqereyê ye.
Ekîbên Şaxa Îstixbaratê û yên Şaxa Dijî Terorê li ser vê agahiyê, operasyon birin ser Yetekê hat tesbîtkirin ku amadekariyên çalakiyeke nû dikir û ew binçav kir.
Hat tesbîtkirin ku weşanên DEAŞê di kontrola wî da bûn û herwiha gelek bûyerên terorê yên li Tirkiyeyê bi rê va birine.
Omer Yetek piştî miemeleyên li ewlekariyê derxistin pêşiya dadgehê. Dadgehê jî bo wî biryara girtinê da.