Muhammet Kurşun
22 Hezîran 2018•Rojanekirin: 23 Hezîran 2018
DIYARBAKIR
Li Diyarbekirê rihspiyên Kurd, saziyên sivîl û siyasetmedar ji aramî û ewlehiya Diyarbekir û bajarên derdora wê kêfxweş in.
Şaredarê Sûra Diyarbekirê yê Berê Cemal Toptanci diyar kir ku rêxistina terorî PKK ji aliyê hêzên emperyalîst ve tê birêvebirin û divê Kurd bi van derdoran nexapin.
Toptanci nirxandina xwe wiha kir:
"Di meseleya Kurdan de dixwazin Kurdan biemilînin, xwîna wan birijînin û hegemonyaya ateîstên Tirkan ava bikin. Kurd Misilman in. Bi salan ji Kemalîzmê kişandin. Medreseyên me li vir hatin girtin. Niha rêxistinên terorî û berdewamiya wan heman rolê dilîzin. Niha dixwazin Kemalîzma Kurdan di şûna Kemalîzma Tirkan de ava bikin."