Muhammet Kurşun
01 Îlon 2017•Rojanekirin: 02 Îlon 2017
HAKKARÎ
Wezîrê Navxweyî Suleyman Soylu, der barê şerê li dijî rêxistina terorî PKKê tê kir got: "PKK her roj dihele, diqede. Baş e diçe ku? 3 mirovên ku di xebata rê de kar dikirin kuştin. Lê rewşenbîrên mezin ên Tirkiyê li hemberî vê bêdeng dimînin. Wek din ew nûnerên partiya PKKê HDPê, dema ku tiştekî din diqewime bi derew û fetl û fêlan sed bêbextiyan dikin, lê dengê xwe li hemberî kuştina karkerê ji bo rizqê zarokên xwe dixebite dernaxînin."

Soylu di ziyareta xwe ya Hekariyê de çû Yuksekova û navçeyên din û li vir bi welatiyan de eydanî kir.
Soylu li vir eydaniya hêzên ewlehiyê jî kir û got Tirkiye bi her tiştê xwe têra xwe dike.

Li ser şerê dijî terorê jî wiha axivî:
"PKK her roj dihele, diqede. Baş e diçe ku? 3 mirovên ku di xebata rê de kar dikirin kuştin. Lê rewşenbîrên mezin ên Tirkiyê li hemberî vê bêdeng dimînin. Wek din ew nûnerên partiya PKKê HDPê, dema ku tiştekî din diqewime bi derew û fetl û fêlan sed bêbextiyan dikin, lê dengê xwe li hemberî kuştina karkerê ji bo rizqê zarokên xwe dixebite dernaxînin. Derdê van pêşdeçûna welat e. Lê derdê me ne tenê qedandina terorê ye herwiha emê van deran jî rakin ser piyan."

Ji aliyekî din ve behsa Şerê Melazgirê 1071an jî kir û wiha got:

"Li Melazgirê Kurd, Tirk û Ereb hemû bi hev re ji bo destekî din negihê vê erdê şer kirin. Lê niha dixwazin Kurd û Tirkan bera hev bidin, Ereb û Kurdan bikin dijmin. Sunnî û Şiiyan bînin hemberî hev. Piştre dê li gor dilê xwe bilîzin. Lê îdî ew nikarin dolaban li serê me bigerînin."