Muhammet Kurşun
01 Îlon 2017•Rojanekirin: 02 Îlon 2017
ÎSTANBUL
Serkomar Recep Tayyîp Erdogan der barê zilma li Arakanê de got "Ne tenê Misilmanên li Arakanê, komên dînî û nijadî yên din jî di bin zexteke giran de ne. Yên ku çavên xwe ji vê zilma di bin maskeya demokrasiyê de tê kirin re digirn hemû şirîkên vê qetlîamê ne"
Serkomar Erdogan di bernameya eydaniya Teşkîlata Stenbolê ya Ak Partiyê de axivî.
Erdogan li ser mijara Arakanê sekinî û wiha got:
"Ev sê roj in, wek serokê heyamê yê Teşkîlata Hevkariya Îslamî li serokên dewletan digerim. Li Sekreterê Giştî yê NYê geriyam. Ez bi wan re axivîm û digel hemû van axaftinên min ez li benda xemxwiriyê me. Înşellah piştî 19ê mehê Lijneya Giştî ya NYê dicive. Emê van mijaran li wir berfirehtir bînin ziman. Emê ji hemû dinyayê re vê ragihînin. Emê di hevdîtinên dualî de jî bînin ziman. Kes behs neke jî emê biaxivin."
Der barê rexneyên hin kesan de ku gotine çi eleqeya Tirkiyê bi Arakanê heye, Erdogan wiha şirove kir:
"Carinan di rojnameyan, televizyonan û medyaya civakî de hin kesan dibînim ku gazinan dikin dibêjin çi eleqeya Arakanê bi ve heye, hûn çima xwe tevlî vî karî dikin? Yên van gotinan dibêjin, ji tarîxa xwe bêhay in, ecdadê xwe nas nakin. Ev derdor nizanin ku li Myanmarê mekanê şehîdên me heye. Erê belkî Arakan ji aliyê cografî ve ji me dûr e, lê wek Pakistan, Hindistan û deverên din di nav sînorên cîhana dilê me de ne. Divê em vê wisa bizanin."
Erdogan nirxandina berfireh wiha kir:
"Ne tenê Misilmanên li Arakanê, komên dînî û nijadî yên din jî di bin zexteke giran de ne. Yên ku çavên xwe ji vê zilma di bin maskeya demokrasiyê de tê kirin re digirn hemû şirîkên vê qetlîamê ne. Medyaya cîhanê jî şirîka vê qetlîamê ye, lewra bi qasî xezaleke rêya xwe winda kiriye, çûkekî baskşkestî yê ketiye baxçe û masiyekî ku rim xwariye qîmet nadin van qetlîaman. Li Arakanê nîv esir berê jimara Misilmanan 4 milyon bû, lê bi qetlîam û zextan ev daketiye 3 yekê, alema îslamê ya ku li hemberî vê bêdeng maye jî drameke din e."
Herwiha li ser mijara şehîd û xaziyan jî wiha nirxandin kir:
"Di van rojên dawiyê de ez dibînin hin kes hene ku fitneya cudakariyê dixin nav şehîd û xaziyên me. Ji 26ê Tebaxa 1071ê ku Sultan Alparslan li Melazgirê derket serê artêşa xwe û heta niha her şehîdê me yê ku ji bo milletê xwe wek bikeve baxçeyê gulan ketiye bin axê, her xaziyê me yê ku mirin daye pêş çavên xwe xwedî cihekî cuda ne di dilê me de."