27 Mijdar 2015•Rojanekirin: 28 Mijdar 2015
Rûsya piştgiriyê dide Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) ya şaxa PKKê ya li Sûriyeyê, ku dixwaze Ezazê kontrol bike. PYD ji bejayiyê ve êrîşî mixalifan dike û Rûsya jî ji esmanan rêya ku bi mebesta alîkariya mirovî tê bikaranîn, bombe baran dike. Herwiha ev 2 roje, li Ezazê xetên eniya şer yên mixalifan, dibine hedefên êrîşên Rûsya û PYDê.
Li gorî agahiyên ku nûçegihanê AAyê ji çavkaniyên Ezazê stendine, balafirên cengê yên artêşa Rûsyayê, li Ezazê, li dijî rêya ku diçe Bal el Seleme ya ku ji bo alîkariyên mirovî tê bikaranîn, 3 êrîşên esmanî li dar xist in.
Çavkanî destnîşan dikin ku balafirên şer yên Rûsyayê, digel hêzên PYDê êrîşî xetên eniyê şer yên mixalifan jî dikin û dibêjin, "Rûsyayê duh li derdora beldeya Dêr Cemalê li bakurê Helebê, êrîşî eniyên mixalifan kir. Rûsya naxwaze ku mixalif bikevine pêşrewiyê da."
Balafirên cengê yên Rûsyayê pêr jî, li ser heman rêyê kamyon kiribûn hedef û bi sedema wan êrîşan, 7 kes hatibûn kuştin û 10 kes jî birîndar bibûn û herwiha 20 kamyon jî şewitîbûn.
- Sîwana Rûsyayê ji PYDê ra
Ji esmanan ve balafirên cengê yên Rûsyayê û ji bejayiyê ve YPGya hêza leşkerî ya PYDê û grûbên din yên ku beşdarbûna xwe ji Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ra ragihandine, ev 2 roj e, êrîşî beldeyên weke Meryemeyn, Malikiyê û Ziyarayê yên ku dikevin rojhilatê Efrînê û bakurê Helebê, dikin.
Hefteya raborî balafirên cengê yên Rûsyayê, mixalifên li Dêr Cemalê û li Meryemeynê bombardûman kiribûn û hewl dabû ku YPG û HSD li wê herêmê bikevin pêşrewiyê da.
Herwiha dema ku Rûsya 5 êrîşên esmanî li Meryemeynê û 3 jî li Dêr Cemalê li dar xistin, hevdem YPGê û HSDê jî, êrîşî baregeha esmanî ya Minexê ya nêzîkê Ezazê û navçeya Malikiyê kiribûn. Lê ev êrîş ji aliyên mixalifan ve hatibûn paşvexistin.
Di nav HSDê da ya ku PYD seroktiya wê dike grûbên weke Artêşa Şoreşê, Tûgaya Şêhîdên Idlîbê, Tûgaya Eyn Calûrê, Firqeya Piyadeyên 99an, Tûgaya Hemze, Tûgaya Ke'ke'a, Tûgaya Hêzên Taybet yên 555an, Tûgaya Selçûqî, Fewca 102an, Ehrar Şîmal, Eşîretên Deşta Helebê, Cebhetul Ekrad (Eniya Kurd), Yekîneyên Bergiriyê yên Şêx Meqsûd, Yekîneyên Bergiriyê yên Şêx Meqsûd yên Jin, hene.
- Lihevnêzîkbûna Rûsya û PYD maweya 2 mehane xurttir bûye
PYDê di meha hezîranê da piştî ku Girê Sipî (Tel Ebyad) ya ser sînorê Tirkiyeyê ya ku dikeve bakurê rojhilatê Helebê ji destê DAEŞê sitend, ji Hesekê heta Kobanê, ber bi rojavayê ve dest bi firehkirina qada serweriya xwe kiribû.
PYDya ku di halê hazir da, bi hev gihandina Kobanê û Efrînê ji xwe ra kiriye hedef, jê ra pêwîst e ku di serî da Cerablûsa di destê DAEŞê da û Ezaza di destê mixalifan da kontrol bike.
PYDê, ji bo gihiştina vê armanca xwe ji rikaberiya di navbera DYAyê û Rûsyayê sûd wergirt û dest bi lênêzîkbûna Rûsyayê kir.
Berî ku Rûsya li Sûriyeyê dest bi operasyonan bike bi 2 rojan, di meha îlonê da, bi gotara xwe ya ku li Encumena Giştî ya Neteweyên Yekbûyî pêşkeş kiribû, Serokê Dewletê yê Rûsyayê Vladimir Pûtîn, sinyala bi hêzkirina têkiliyên Rûsyayê û PYDê dabû. Pûtîn idia kiribû ku bi tenê artêşa rejîmê û kurd bi dilsozî li dijî DAEŞê têkoşînê dikin.
Piştî 11 rojan ji destpêka êrîşên Rûsya li Sûriyeyê, Mîxayîl Bogdanovê Nûnerê Taybetê Rojhilata Navîn û Efrîqayê yê Pûtîn û Alîkarê Wezîrê Derva, digel Salih Muslîmê Hevserokê PYDê ra axivîbû. Bogdanov herwiha di 21ê cotmehê da, Asya Ebdullaha Hevsoraka PYDê û nûnerên wê partiyê yên Kobanê li Moskoyê kiribûn mêvan. Piştî seredanan PYD hewl dabû li Rûsyayê Nûnertiya xwe veke.
Pûtîn, di 23yê cotmehê da ji bo di nav refên rejîmê da şer bike, bangawazî li PYDê kiribû û gotibû pêwîst e PYD û artêşa rejîma Sûriyeyê bibin yek.