13 Tîrmeh 2016•Rojanekirin: 14 Tîrmeh 2016
ANKARA
Serokatiya Îdareya Dahatê ya Wezareta Darayiyê li gor baca dahatê ya sala 2015an 100 kesên ewil ên ku li giştiyê Tirkiyeyê herî zêde bac dane eşkere kir.
Li gor vê eşkerekirinê Semahat Sevîm Arselê ji ber ku di sala 2015an de 45 milyon û 157 hezar û 918 lire bac da, bû rekortmena bacê ya Tirkiyeyê.
Piştî Arselê, ji ber ku 4 milyon û 328 hezar û 231,80 lire bac da, Mustafa Rahmî Koç bû duyemîn.
Şarik Tara jî piştî Arsel û Koç ji ber ku 35 milyon û 853 hezar û 563,87 lire bac da, bû sêyemîn.
Şarik Tara di sala 2014an de rekortmenê bacê bû, lê îsal di rêza sêyemîn de cih girt.