İbrahim Atmaca
04 Mijdar 2018•Rojanekirin: 05 Mijdar 2018
ANKARA
Wezareta Parastina Neteweyî ji bo ku di serlêdanên eskeriya biberdêl da tu kes mexdûr nebe, biryar da ku şaxên eskeriyê dawiya hefteyê jî mesaiyê bikin û ji bo vê biryarê jî serlêdan wê 4ê mijdarê roja yekşemê jî werin kirin. Berî niha hatibû daxuyandin ku serlêdanên eskeriya biberdêl wê 3yê mijdarê da kuta bibe.
Kesên ku dixwazin eskeriya biberdêl bikin, wê roja yekşemê jî serlêdanên xwe bikin.
Pêvajoya serlêdanan eskeriya biberdêl wê 4ê mijdarê roja yekşemê êvarê kuta bibe.