Türkan Tosun
31 Berfanbar 2018•Rojanekirin: 01 Rêbendan 2019
ÎSTANBUL
Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ji bo sala nû peyamek weşand.
Erdogan di peyama xwe ya sala nû da got sala 2018an a ji bo Tirkiye û gelê Tirk gelek bûyer tê da qewimîn derbas bû û ew bi hêvî û kelecan dikevin sala 2019an.
- "Sala nû ji bo hemû însaniyetê bibe wesîleya xêr û xêratan"
Erdogan got sala mîladî ya nû di serî da ji bo gelê ezîz, ji bo hemû mirovahiyê li ser xêrê be û wiha got: "Ez ji Rebê xwe niyaz dikim ku sala nû ya zayînî, miletê me yê ezîz di serî da ji bo hemû însaniyetê bibe wesîleya xêr û xêratan."
Serokomar Erdogan di peyama xwe da bal kişande pêşketin û veberhênanên li Tirkiyeyê û wiha dewam kir: "Tirkiyeya ku li her goşeya wê veberhênanên qerase dewam dikin, çanda demokrasiyê ya xurt lê çêdibe, nasnameya dewleta hiqûqê û tecrubeyên wê zêde dibin, bala hemû dinyayê dikşîne. Heta Tirkiye meseleyên xwe yên li herêmê çareser neke, nikare dahatûya xwe bi ewlehî bidomîne. Ev rastî bû sedem ku em di dîplomasiyê û di qadê da polîtîkayeke aktîf bimeşînin. Bi sepandina bi awayekî fiîlî ya Pergala Hikûmeta Serokomariyê va welatê me êdî serdema koalîsyon, qrîz, muxtira û derbeyan di paş de hişt. Înşelah me serdemeke wiha da destpêkirin ku êdî demokrasiya me, aboriya me û dezgehên me yên dewletê dê bêtir çalak û biîstiqrar bişixulin."
- "Musebbîbê bûyerên ku li herêmê diqewimin ne Tirkiye ye"
Der barê geşedanên li herêmê û çalakiyên rêxistinên terorê da Erdogan wiha got: "Musebbîbê bûyerên ku li herêmê diqewimin ne welatê me ye û ewê nebe qurban jî. Em hemû gavên ku davêjin bi vê nêrînê va plan dikin û wisa gav diavêjin. Geşedanên li Sûriyeyê encamên van hewldanên me ne. Ligel herêma xwe em ji bo hemû dinyayê piştgiriya îstiqrar, edalet, xweşbînî û aştiyê dikin. Bi vê têgihîştinê va em hiqûqa Quds, Şam, Bexdad, Qahire, Trablus, Saraybosna û Qirimê diparêzin. Feydaya me digîhîje îstiqrara Iraqê. Di mijara mafên me yên li Qibrîs, Behra Spî û Egeyê da jî em bibiryar in ku wan biparêzin, ji bo vê di qada siyasetê û qadê da em hewl didin."
Erdogan peyama xwe bi van hêvî û daxwazan qedand: "Ez hêvî û daxwaz dikim ku sala 2019an ji bo welatê me, miletê me, birayên me yên li herêmê û hemû însaniyetê di nava aştî, aramî, tenduristî, ewlehî û pêşketinê da derbas bibe."