04 Îlon 2016•Rojanekirin: 04 Îlon 2016
DIYARBAKIR
Parêzgar Huseyîn Aksoy, Midûrê Emniyetê Adnan Taşdan û eleqedarên din li Balafirgeha Diyarbekirê pêşwaziya Serokwezîr Bînalî Yildirim kirin.
Alîkarên Serokwezîr Nurettin Canikli û Veysi Kaynak, Wezîra Malbat û Polîtîkayên Civakî Fatma Betul Sayan Kaya, Wezîrê Xebat û Ewlekariya Civakî Mehmet Muezzinoglu, Wezîrê Hawirdor û Bajarvaniyê Mehmet Ozhaseki, Wezîrê Werzişê Akif Çagatay Kiliç, Wezîrê Gumruk û Bazirganiyê Bulent Tufenkcî, Wezîrê Xurek Çandinî û Heywandariyê Faruk Çelik, Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu, Wezîrê Pêşketinê Lutfi Elvan, Wezîrê Darayê Naci Agbal, Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Îsmet Yilmaz, Wezîrê Daristan û Karûbarên Avê Veysel Eroglu, Wezîrê Tenduristiyê Recep Akdag, Wezîrê Gihandin, Ragihandin û Guhastinê Ahmet Arslan û gelek parlementer jî di ziyareta Diyarbekirê da hevaltiya Serokwezîr Yildirim dikin.