28 Mijdar 2018•Rojanekirin: 28 Mijdar 2018
DIYARBAKIR
Li navçeyên Licê, Hezro û Dîcleyê di operasyonên dijî rêxistina terorê PKKyê da stargehên terorîstan û teqemeniyên destçêkirî ku li kêleka rê hatine çalkirin, hatin jinavbirin.
Di daxuyaniya Walîtiyê da hat ragihandin ku bi destê Fermandariya Cendirmeyên Parêzgehê li navçeyên Licê, Hezro û Dîcleyê, "Operasyona Bayrak-105 Cendirmeyê Şehîd Çawişê Pispor Fatih Efiloglu - 01" ku ji 25ê mijdarê roja yekşemê saet 22.00yan pê va bi beşdariya Tîmên Tevgera Taybet a Cendirmeyan, Tîmên Komandoyên Cendirme, Tîmên Tevgera Taybet ên Polêsan û gundparêzan va dest pê kir, di saet 02.00yan da kuta bû.
Di daxuyaniyê da herwisa hat destnîşankirin ku di operasyonê da çalek û 3 stargehên dagirtî yên zivistanê piştî tesbîtê hatin jinavbirin û herwiha teqemeniyeke destçêkirî ku li rexê rêya Dîcle-Yokuşlayê hatiye çalkirin, bi destê ekîbên pispor hat îmhekirin.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku di hundirê bîdonên jelîkan ên ku ji stargehan derketin da ev alav û hacet hatin bidestxistin:
"3 şarjorên tifinga piyadeyan, panela tavê, 3 cihazên pêxistina teqemeniyê, 3 tûpên mezin, 2 tûpên piçûk, 10 pîl, 3 cilûbergên terorîstan, 2 brandayên mezin û fireh, birek, tevir, tilimê xewê, 2 betanî, çenteyê piştê, 2 kemberên piştê, 3 şal, mont, sola werzişê, sola mekap, tîşort, 3 kîlogram çîkolata, cizdan, çaydan, 2 kîlogram bizmar, 3 kîlogram titûn, gêzî, xalîçe, 10 bîdonên jelîkan ên vala, cur be cur derman û gelek dokumenên rêxistinî."
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin, alavên ku wekî delîl dikarin bên emilandin hatin veşartin, yên mayîn jî bi telîmata Serdozgeriya Komarê di cihê xwe da hatin jinavbirin.