Abdullah Tel
08 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 09 Berfanbar 2017
MARDÎN
Suryaniyên li Mêrdînê dijîn biryara Serokê Amerîkayê Donald Trumpê Qudis wekî paytexta Îsraîlê nas kir û xwest ku balyozxaneya xwe jî ji Tel Avîvê bibin Qudsê durist nedîtin û bertek nîşanî vê yekê dan.
Keşeyê Dêra Protestanan a Mêrdînê Ender Peker daxuyanî da rojnamegeran û diyar kir ku Qudis ji bo hemû dînan pîroz e.
Peker destnîşan kir ku meneyek navê bajêr jî bajarê aştiyê, bajarê silametiyê yanî Dar'us Selam e û wiha pê da çû: "Bi rastî jî divê wekî navê xwe be û wekî navê xwe bijî. Bi aştî û silametî. Qudis ji bo herkesî pîroz e. Gelek pêxember ji wir derbas bûne û ew der ji bo gelek baweriyan cihekî pîroz e."
- "Qudis bi tenê yê cihûyan nîne"
Hostayê telkariyê Suphî Yerliyê 73 salî yê ku bi eslê xwe suryanî ye got ku Qudis ji bo hemû mirovahiyê mîrate ye û lazim e bibe navenda hizûr û aramiya hemû baweriyan û wiha dewam kir: "Qudis bila nebe paytext lewra Qudis bi tenê malê cihûyan nîne. Qudis cihê hemû misilman, xiristiyan û cihûyan e. Ez ji cihûyan hêvî dikim tiştekî wisa nekin, wê ne baş be mirov wê zirarê bibînin."