Önder Beyter
16 Îlon 2018•Rojanekirin: 18 Îlon 2018
ADIYAMAN
Li bajarê Adiyemanê ku li Herêma Başûrê Rojhilatê Anadoluyê ji wan bajaran e ku bi mitbexa xwe derdikeve pêş, tama resen "Kibabê Ebûzer" sifreyan dixemilîne.
Kibabê Ebûzer ku li bajêr tam û xwarineke sereke ye, ji ber ku çêkirina wê hêsan e pir tê tercihkirin.
Ji bo xwarina ku di nava saetekê da amade dibe, qiyme bi sîrê kutayî, baharat û domatesên hûrkirî va tê vestirîn. Pîvazê ku wekî xelek hatine hûrkirin, di binê tepsiyê da tê rastkirin û paşê qiyme li ser pîvaz tê pehnkirin. Li dora tepsiyê li ciyê vala jî domatês û îsotên jêkirî tên danîn. Piştî xwêkirinê, kibab di firûnê da tê pehtin.
Şaredarê Adiyemanê Husrev Kutlu di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnêrê AAyê da diyar kir ku kibabê Ebûzer, li Adiyemanê navê wê xwarinê ye ku di firûnê da tê pehtin.
Kutlu bal kişand ku li Adiyemanê gelek firûn hene û wiha dewam kir:
"Xwarinên germ ên ku di firûnê da tên pehtin, bi nan va tên xwarin. Bi taybetî esnafê nava bajêr, di nava xwe da vê xwarinê amade dikin û ji bo pehtinê didin firûnê. Ez ji welatiyan ra dibêjim, kibabê Ebûzer bixwin, lêbelê nanê tisî kêm bikin. Ji bo mêvanên dereke jî Ebûzer, kibabekî wiha ye ku nikarin li ciyekî din bibînin. Kibabê Ebûzer bi tenê li Adiyemanê tê çêkirin û tê xwarin. Ji ber hindê jî divê mirov were Adiyemanê."
Aşpêjê kibaban Kadîr Cengîz jî diyar kir ku 8 sal e qesabtî û aşpêjiyê dike û wiha xeberda, "Kibabê Ebûzer li Adiyemanê xwarineke pir navdar û berbelav e. Bi taybetî di taştê û firavînê da tê xwarin."