04 Hezîran 2017•Rojanekirin: 05 Hezîran 2017
ŞANLIURFA
Kubra Şîş ya ku 23 salî ye û li Serokatiya Daîreya Agirkujiyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Şanliurfayê wekî yekemîn û tekane agirkuja jin dişixule, digel pêşdarazên civakê û herwiha zor û zehmetiyên kar, pir serbilind e ku heqê peywira xwe dide.
Li herêma başûrê rojhilatê Anadoluyê roj bi roj hejmara jinên ku di qadên cuda cuda yên jiyana civakî da xuya dikin, zêde dibe.
Kubra Şîş ya ji Şanliurfayê ya ku ji Beşa Agirkujî û Parastina Sivîlan a Zanîngeha Gazîentabê mezûn bû, çendek berê unîformaya ku xeyala wê bû, li xwe kir. Şîş di vî pîşeyê dijwar da bi pêşkekî baş ligel hevpîşeyên xwe yên mêr diçe hawara kesên ku mihtacî alîkariyê ne.
Şîş di nava 300 xebatkarên tîma agirkujiya şaredariyê da tekane jin e. Şîşê di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnerê AAyê da destnîşan kir pîşeya ku wê xeyal dikir, agirkujî bû û herwiha ew gihîşt vê mirazê xwe û ji ber hindê gelekî kêfxweş û şanaz e.
Agirkuja ciwan diyar kir ku dema wê zanîngeh qezenc kir, malbata wê li hemberî vê yek derket û nexwest ku ew vê beşê bixwîne, lêbelê wê guh neda kesî û da dû xeyalên xwe û wiha pê da çû:
"Di agirkujiya Rihayê da yekemîn agirkuja jin ez im. Ji zarokatiya xwe vir va bala min ser vî karî ye. Ji ber hindê dema ez çûm zanîngehê min bi dilê xwe ev beş tercih kir. Dema min dest bi kar kir, piçekî tirsa min hebû. Min hizr kir ku dibe ev kar hinekî zorê bide min. Lêbelê hevpîşeyên min hemûyan pir alîkariya min kirin, bi min ra eleqedar bûn."
Midûrê Şaxa Astengkirina Şewatê û Perwerdeyê Abdurrahman Ayildag jî bal kişand ku tevahiya ekîbê ji ber xîret û kelecaniya wê, gelekî ji Kubra Şîşê hez dike û herwiha baweriya wan pê heye ku agirkuja ciwan wê bi ser bikeve.