21 Tebax 2016•Rojanekirin: 22 Tebax 2016
ÎSTANBUL
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan piştî ziyareta xwe ya li Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê daxuyanî da rojnamegeran.
Serokomar Erdogan der barê êrîşa terorê ya ku duh li Gazîantepê hat kirin da got: "Duhê li Şahînbeya Gazîentabê di dawetekê da di encama teqîn an jî teqandina xwekujekî 12-14 salî da pêşiyê 94 birîndar, aniha heke em birîndarên tedawîkirî deynin alîkî, vêga li nexweşxaneyan 69 birîndar hene. Ji van 17 heb xedar in. Elbet 51 jî waqîeyê mirinê hene."
Serokomar Erdogan diyar kir, bûyer li taxeke ku piraniya şêniyan ji Sêrt û Wanê ne qewimî û wiha dewam kir:
"Ji niha pê ve li gor qinyata walîtî û ewlehiya me, ev wek êrîşa DAÎŞê xuya dike. Melûm e, di heyama dawîn de DAÎŞê hewl dida ku li Gazîentabê cih bibe. Gelek operasyon hatin kirin û tên kirin. Niha jî li wir xebatên hêzên me yên ewlehiyê wê zêdetir dewam bike."
Serokomar Erdogan: "Divê em bibin yek û bi ser vê belaya terorê da biçin. Ev teror ji ku were bira were ji bo me naguhere. Ev dibe rêxistina terorê FETO be, PKK be, DAÎŞ be, PYD û YPGya li hin deverên Sûriyê be. Hemû ji bo me rêxistinên terorê ne. Dîn, nijad û wetanê van nîne. Wekî Tirkiye emê bi hemû hêza xwe bi ser van da biçin."
Serokomar Erdogan der hewla derbê ya 15ê tîrmehê de jî wiha axivî: "Ez hêvî dikim ku em ji vir pê ve rastî tiştên wiha neyên. Dîsa hêvî dikim ku ev xafîl heman xeletiyê ji vir şûnda jî nekin. Lewra li gor min hêzên me yên çekdar û teşkîlata me ya polêsan niha jî bi temamî ji van nehatiye paqijkirin. Ji ber wê, xebatên me dewam dikin. Di darazê de, di saziyên me yên dewletê de em ê wan paqij bikin. Em di vê de bibiryar in. Gavên me yên ku em bi biryarnameyên hikmê wan wek qanûnê ye ve diavêjin hemû li hember wan in."
Serokomar Erdogan: "Heta roja îro Amerîkayê çi ji me xwestiye, kîjan sûcdar xwestibe me tu carî negotiye 'ji me ra belge bişîn, agahî bişînin, em ê paşê bidin'. Terorîstên ku xwestibin me daye wan. Lijneya me ya Ewlehiya Millî, hikûmeta me biryar daye ku êdî rêxistineke terorê ye, em ê rabin serkirdeyê rêxistineke wiha bixwazin, em ê ew qas belge, agahî ji wan ra bişînin û hê helwesta wan ew e ku dibêjin 'bi rastî jî kiryar ev e'. Ev zirarê dide şirîkatiya me ya stratejîk jî. Ez wisa zen dikim ku ev mijar wê di hevdîtina me ya roja çarşemê da were çareserkirin."