02 Adar 2017•Rojanekirin: 02 Adar 2017
MARDİN Li Nisêbîna navçeya Mêrdînê 2 terorîstên PKKyî hatin kuştin.
Walîtiyê daxuyand ku operasyona "Cendirmê Pisporê Şehîd Çawiş Sezer Aydemîr" ya ku di 12ê sibatê de li çoltera Nisêbînê hat destpêkirin, dewam dike.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku li Taxa Doganliyê (Talatê) 2 mensûbên payebilind ên rêxistina terorê hatin kuştin. Herwiha hejmarek zêde teqemenî û dokûmanên rêxistinê hatin desteserkirin. Hat îfadekirin ku operasyona li dijî terorê wê bibiryarî berdewam bike.