01 Adar 2017•Rojanekirin: 02 Adar 2017
HAKKARÎ
Li Hekariyê, xwendekaran "pêşandana ceribandinê ya mûcîdên piçûk" bi baldarî temaşe kir.
Elçîn Yalçineliya ku li ser daweta Midûriyeta Perwerdeyê ya Milî û Walîtiya Hekariyê hat bajêr, li Navenda Çandê ya Ataturk ji bo xwendekaran pêşandanek li dar xist.
Yalçineliyê got ku ew ji bo zanistê bi zarokan bide hezkirin li gund, navçe û bajarên TIkriyê digere.
Yalçineliyê got ku ew heta îro çûye 73 bajêr, 450 navçe û 100 bajarî û wiha dewam kir: "Ez bi milyonek zarokan re hatin bal hev, min ji bo wan pêşandan li ar xist. Dixwazim zanistê bi zarokan bidime hezkirin. Li Hekariyê me bi zarokên pola 2, 3 û 4an re xebat kir. Nêzî 2 hezar û 700 zarokî beşdarî xebatên me bûn. Em dixwazin zarok bi malzemeyên diavêjin çopê ceribandinan bikin. Ev tiştekî hêsan e."