09 Îlon 2016•Rojanekirin: 10 Îlon 2016
ANKARA
Hêzên Çekdar ên Tirkan (TSK) da zanîn ku di çarçoveya Lêpirsînê Herekata Mertala Firatê de îro 3 avahiyên ku hêmanên DAEŞê wekî baregeh bi kar tînin û wesayîteke çekdar a DAEŞê bi herekata asîmanî hatin îmhekirin.
Serokatiya Sererkaniyê daxuyaniyek da û diyar kir ku Herekata Mertala Firatê ya ku Hêzên Çekar ên Tirkan di serî de DAEŞ ji bo ku tehdîda rêxistinên terorê bertered bike û ewlehiya hidût zêde bike û piştgirî bide hêzên koalîsyonê da destpêkirin, tê berdewamkirin. Li xeta sînorê Sûriyeyê bergiriyên hewcedar hatin girtin û ji saet 11.00an pê ve ji du aliyan de li çar mahalên meskûn (Kantara, Eş Şehîd, El Xûmran û Taşlihuyuk) kontrol hat bidestxistin.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di roja 16emîn a herekatê bi wasiteyên piştgiriya guleyan bi tevahî 51 guleyên Firtinayê avêtin 12 kozikên DAEŞê yên li qaa herekatê û wiha hat gotin:
"Ji roja destpêke herekatê heta niha bi tevahî 2 hezar û 32 gule avêtine 457 kozikan. Balafirên Hêzên me yên Asîmanî di navbera saet 11.11-11-15an de 3 herekatên asîmanî birin ser DAEŞa ku li başûrê herêma Kantarayê hatin tespîtkirin û 3 avahiyên ku wek baregehên DAEŞê tên bikaranîn hatin îmhekirin. Balafirên şer ên hêzên koalîsyonê li herêma Yahmulê (Zeytînlîk) êrîşa asîmanî birin ser hêmanên DAEŞê yên ku hatin tespîtkirin û wesayîteke çekdar a DAEŞê hat îmhekirin."
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Hêzên Çekdar ên Tirkan piştgiriyê didin herekata koalîsyonê ya ku li bakurê Sûriyeyê ji aliyê rêxistinên terorê ve tê bikaranîn û li herêma hidûdê me xetereya ewlehiyê derdixîne, TSK ji bo ku sivîlên li herêmê dijîn zirar nebînin her cure bergiriyan distîne û di vê mijarê de gelekî hesasiyetê nîşan dide."