Haydar Şahin
21 Îlon 2018•Rojanekirin: 25 Îlon 2018
VAN
Li Îranê hefteyek ma ku betlaneya havînê xilas bibe û betlaneya Eşûreyê jî li ser vê zêde bû. Welatiyên Îranê yên ku betlaneya xwe li Wanê derbas dikin bi danûstandina xwe va rûyê esnafan geş kirin.
Gelek welatiyên Îranê yên ku dixwazin betlaneya xwe ya havînê û ya Eşûreyê li Tirkiyeyê derbas bikin Wan li nêzî welatê xwe tercih dikin.

Turîstên ji bo tetîlê Tirkiyeyê tercih dikin ji Deriyê Sînor û Kapikoyê ra derbasî Saraya navçeya Wanê dibin.
Li Wanê rêjeya tijîbûna otêlan gihîşte ji sedî 100î, tûrîstên ji Îranê bi roj li tebîetê û ciyên turîstîk ên bajêr digerin êvarê jî dest bi danûstandinê dikin û mekanên şahiyê ji xwe ra şa dibin û wextê xwe derbas dikin.
Turîstên Îranî li kolanên çaraliyên wan hatine ronîkirin ji esnafên bi danezanên Farisî pêşwaziya wan dikin jî amûran dikirin û esnafan kêfxweş dikin.

- "Me îsal ji par zêdetir turîst kirine mêvan"
Muzaffer Aktugê Midûrê Çand û Turîzmê yê Bajêr daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku ji ber qerebalixiya turîstan otêl, mêvanxane û malên mamosteyan tijî bûn.
Aktug got qerebalixiya turîstan can da jiyana bazirganiyê ya bajêr û wiha pê da çû: "Dema li daneyên 9 mehan mêze dikin tê dîtin ku kêmzêde 680 hezar turîst hatine bajarê me. 444 hezarê wan xwecî, 235 hezarê wan jî biyanî ne. Turîstên îsal ji yên sala par zêdetir bûn lêbelê ji ber ku Îranê zem da ser baca vîzeyê ya li deriyên sînor hinekî tengasî çêbû."
Aktug got li gor texmîna wan hejmara turîstên bi şev li bajêr dimînin ew ê ji milyonekî derbas bike, Wan ji bo Îranê bajarekî bê alternatîf e.
- "Danûstandineke zêde dikin"
Midûr Aktug destnîşan kir ku ji hêla erf û edetan da bi Îraniyan ra gelek mijarên hevpar hene û wiha axivî:
"Welatiyên Îranê li Wanê xerîbiyê nakişînin. Ev jî, hejmara turîstan zêde dike. Gelê me di mêvandariya biyaniyan da zehf baş e. Turîst nikarin hemû cure kincan li Îranê bibînin û tên li vê derê dikirin. Danûstandineke zêde dikin û tevkariyê didin bazirganiya Wanê. Ji ber xurek û jiyana civakî ya me xerîbiyê nakişînin. Ji ber vê jî her diçe hejmara turîstan zêde dibe. Welatiyên me li vê derê xaniyan vedigerînin odeyek û salonekê. Ji ber ku kesên li malan dimînin nayên qeydkirin em nikarin hejmara wan tam bêjin."