21 Îlon 2018•Rojanekirin: 22 Îlon 2018
ANKARA
Berdevkê Serokomariyê Îbrahîm Kalin: "Li Minbicê xebatên ji bona perwerde û dewriyeya muşterek li ber temambûnê ne. Rayedarên Artêşa Tirkiyeyê û Amerîkayê li qadê kordînasyonê çêdikin."
Kalin li Kuliyeya Serokomariyê daxuyaniya çapemeniyê da û der barê rojevê da axivî.
Berdevkê Serokomariyê Kalin der barê xebatên li Îdlibê tên meşandin da wiha got: "MÎT, Artêşa Tirkiyeyê û Hêzên Taybet bi hev ra bi Rûsan ra li ser mijarên qadeke 15-20 kîlomêtroqere ya ji çekan hatiye paqijkirin wê çawa bê avakirin, hêzên terorê wê çawa ji herêmê bên derxistin û pasîfîzekirin û çek çawa bên komkirin û rêbazê tesbît bikin li qadê dixebitin."
Kalin bal kişand ser nexşerêya li Minbicê û diyar kir dixwazin nexşerêya Minbicê wekî hatiye plankirin bêyî ku bi derengî bikeve bi cî were û wiha got: "Nexşerêya Minbicê peymaneke girîng e, em li ser vê ne, çi hewce dike em ê bikin. Lêbelê di heman demê da angajmana bi YPG û PYDyê ra ya rêveberiya Amerîkayê dewam dike, ev jî ji bo me sedema fikaran e."
Îbrahîm Kalin diyar kir ji aliyekî va nexşerêya Minbicê pêk tînin û ji aliyê din va jî piştgiriya sîlahan, fînansê, siyasî, medyayê ya didin YPG û PYDyê didomînin û got ev tu carê nayê qebûlkirin.
Berdevkê Serokomariyê Kalin diyar kir Tirkiye di pêşengiya Birêz Serokomar da dîplomasiya aştiyê ya kurewî dimeşîne û got divê raya navneteweyî jî berpirsyariya xwe ya siyasî û însanî bi cî bîne.
Îbrahîm Kalin destnîşan kir li Minbicê xebatên ji bo dewriyeya hevpar dewam dikin û wiha got: "Artêşa Tirkiyeyê bi hevtayên xwe yên Amerîkayê ra li qadê vê kordîne dikin. Di demeke nêz da hem dewriyeyên hevpar hem jî perwerdeya hevpar ew ê dest pê bikin."
Kalin der barê operasyonên li derva tên meşandin da destnîşan kir li dervayî welêt operasyonên MÎTê û saziyên eleqedar yên dijî rêxistinên terorê wê bi biryardarî dewam bikin û wiha got: "Rêxistinên terorê kîjan rêbazê diemilînin bira biemilînin û li qadê bi kê ra hevkariyê bikin jî wê ji ber sûcên dijî Tirkiyeyê bersiva xwe hildin û bên cezakirin."
Berdevkê Serokomariyê Kalin destnîşan kir rast û adilane nîne ku hemû barên meseleya Sûriyeyê, mijara Îdlibê û şerê dijî terorê bidin ser milên Tirkiyeyê û ev bi tu awayî nayê qebûlkirin."
Kalin diyar kir wekî mijara Reyhanliyê salek yan jî 3 sal û 5 sal bi şûn da be jî kesên dijî Tirkiyeyê sûc kirine miheqeq wê derkevin ber edaletê û wiha got: "Ev ji bo hemû rêxistinên terorê ye û ji vir ez dixwazin bi eşkereyî bibêjim."
Îbrahîm Kalin der barê 12 ciyên çavdêriyê yên li Îdlibê da diyar kir mesele jimar nîne û got lê di warê teqwiyeyê da em ê ji vir pê da jî gavên hewce dikin biavêjin.
Kalin ji bona şerê dijî FETOyê destnîşan kir Komara Tirkiyeyê wê destûrê nede ku FETO bi rehetî tevbigere û got divê her kes vê bizanibe.
Berdevkê Serokomariyê Kalin ji bona Firariyên FETOyê diyar kir tirsa dewleta Komara Tirkiyeyê ew ê her tim di dilê wan da be.
Kalin li ser pirsa der barê daxuyaniyên Devlet Bahçeliyê Serokê Giştî yê MHPyê da wiha got: "Gorî rihê îtifaqê nîşan dide ku ber bi hilbijartinê va planan rast dikin û em ji ber van daxuyaniyan kêfxweş in."
Îbrahîm Kalin der barê hevdîtina Erdogan-Bahçelî da jî destnîşan kir piştî vegera ji Amerîkayê îhtimal heye careke din bê rojevê.