İbrahim Atmaca
10 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 11 Berfanbar 2017
AFYONKARAHİSAR
Wezîrê Daristan û Karên Avê Veysel Eroglu beşdarî dengdayîna "Wêneyên Salê" ya ku Ajansa Anadoluyê (AA) li dar xist, bû.
Eroglu li Afyonkarahîsarê di oteleke termal da wêneyên ku nûçegihanên fotoyê yên AAyê li nav welêt û derveyî welêt kişandin nihêrî û der heqê wêneyan da agahî hilda, li wêneyên kategoriya nûçe, jiyan û sporê mêze kir û 4 wêne neqandin.
Eroglu di kategoriya nûçeyan da wêneya Kayhan Ozer a "Hezkirina Erdogan" û wêneya Dlaa al Din a "Li Sûriyeyê binpêkirinên agirbestê", di kategoriya jiyanê da wêneya Ali Jadallah ya "Jiyana birayên kêmendam", di kategoriya sporê da wêneya Onur Çoban a "Mîhrîcana çandî ya Etnosporê" neqand.