Haydar Şahin
01 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 05 Berfanbar 2017
ANKARA
Ajansa Anadoluyê (AA) dengdayîna hilbijartina wêneyên ku di sala 2017an da bal kişandin da destpêkirin. Di encama dengdayînê da ji nav wêneyên nûçegihan û nûçegihanên wêneyan yên AAyê yên ku li ser rojeva Tirkiyeyê û dinyayê tesîr hîştin di 3 kategiryan da "Wêneyên Salê" ew ê bên hilbijartin.
AAyê cara ewil di sala 2012an da dengdayîna "Wêneyên Salê" dabû destpêkirin, îsal jî xêncî Tirkiyeyê wêneyên ji Sûriye, Amerîka, Somalî, Bangladeş, Erebistana Siûdî, Iraq, Sibistan, Yêmen, Fransa, Îngiltere, Rûsya, Ukrayna, Sûdana Başûr, Madagaskar û Filistînê jî ew ê di kategoriyên "xeber", "jiyan", "spor"ê da bên hilbijartin. 68 wêneyên ku ji nav 750 wêneyî hatin hilbijartin bi tirkî û îngilizî ji dengdayînê ra hatin vekirin.
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, Serokwezîr Bînalî Yildirim, wezîr, burokrat, werzişvan û gelek hunermend beşdarî dengdayînê dibin. Îsal di kategoriya xeberan da 21, di kategoriya jiyanê da 24 û di kategoriya sporê da jî 23 wêne hene.
Di nav wêneyan da wêneyên ku di nav "Wêneyên Mehê" yên ku edîtorên wêneyan ên AAyê hildibijêrin jî hene, wêneyên ku di medyaya dinyayê da cî girtine jî di pêşbaziyê da hene.
Par 165 hezar kes tevlî dengdayîna "Wêneyên Salê" bibûn, dengdayîna îsal ew ê hetanî 31ê berfanbarê li ser malpera înternetê ya "www.aa.com.tr"yê dewam bike.