Sevim Hatun
21 Tebax 2017•Rojanekirin: 22 Tebax 2017
ANKARA
Wezareta Karên Navxweyî ragihand ku di operasyonên hefteya dawî li giştiyê welêt hatin kirin de jê 17 kuştî 6 jê teslîmbûyî 4 jî sax bi tevahî 27 terorîst hatin berterefkirin.
Di daxuyaniya Wezareta Karên Navxweyî de hat diyarkirin ku di navbera 14-21ê tebaxê de hezar û 176 operasyon hatin birêvebirin.
Di operasyonan de 302 kes bi îdiaya alîkarî û piştevaniya terorê kirine, 63 kes bi îdiaya têkiliya wan bi DEAŞa rêxistina terorê re heye, 616 kes di operasyonên dijî FETO/PDYyê de herwiha 16 kes jî di çarçoveya têkoşîna dijî rêxistinên çepgir re hatin binçavkirin.
Di operasyonên hefteya dawî li giştiyê welêt hatin kirin de jê 17 kuştî 6 jê teslîmbûyî 4 jî sax bi tevahî 27 terorîst hatin berterefkirin.
Di operasyonên li Tokat, Wan, Bîngol, Hekarî û Diyarbekirê hatin birêvebirin de 12 sitargeh, şikeft û 27 teqemeniyên destî hatin îmhekirin.
130 kîlo madeyê ku di çêkirin teqemeniyan de tê bikaranîn, 24 bombeyên destî, jê 13 çekên giran 20 çek hatin desteserkirin.