23 Tebax 2016•Rojanekirin: 23 Tebax 2016
ANKARA
Wêneyên ku di dema hewla derbeya Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) ya 15 tîrmehê da li Serokatiya Sererkaniyê hatine kişandin û qewimînên wê demê nîşan didin, derketin holê.
Wêneyên ku di çarçoveya jêpirsîna hewla derbeyê da di dosyayê da hatin bi cihkirin ji ber qeydên qamerayên ewlehiyê yên Serokatiya Sererkaniyê hatin derxistin.
Di wêneyan da Serokê Personelên Sererkaniyê Korgeneral Îlhan Talu, Tumgeneral Mehmet Dîşlî û Muşawirê Edlî yê Sererkaniyê yê berê Tuxgeneral Hayrettîn Kaldirimciyê ku di çarçoveya lêpirsîna hewla derbeya FETOyê da hatin girtin û ji Hêzên Çekdar ên Tirk hatin dûrxistin jî cih digirin.