31 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 31 Rêbendan 2017
ANKARA
Wezîrê Xebat û Ewlehiya Civakî Mehmet Muezzînoglu bû mêvanê Maseya Edîtoran a AAyê.
Wezîr Muezzinogluyê di civîna Maseya Edîtoran a AAyê da pirsên der barê rojevê da bersivand û bûyerên dawîn nirxand.
Muezzînoglu der heqê guherandina destûra bingehîn da got: "Bi pergala diçe ber destê gel, gel ditirsînin û ev derî aqil e. Îzaha vê tuneye. Em komarê teslimî gel dikin. Gel jî serokê xwe hildibijêre. Ji gel û nirxên gel ditirsin loma jî li dijî pergaleke wiha reel derdikevin."
Wezîr Muezzînoglu ji bo biryara nedayîna leşkerên derbekar a Yewnanistanê jî wiha pê da çû: "Gelê yewnan ji bo derbeyê bedelekî giran da û bi rêya demokrasiyê ji wî halî derket, lê helwesta ku nîşanî derbekarên xwe da, çima neda nîşanî derbekarên Tirkiyeyê neda? Heke hûn bala xwe bidine ser ev 5-6 sal in Yewnansitan di nav qeyraneke siyasî da ye û li gor min Yewnanistan bi îradeya xwe vê biryarê nade. Ji ber wê jî ez pir ecêb nemam."
Der barê qanûna Destûra Bingehîn da jî Wezîrê Xebat û Ewlehiya Civakî Muezzînoglu got: "Em rayeyê didin wicdana gel, wicdana cumhur ku bila serokê xwe hilbijêrin. Ji ber vê, îradeya neteweyî wê ji vir pê va, di vê pêvajoya heyama komarê de wê zêdetir bê temsîlkirin. Em derbasî heyamekê dibin ku êdî hinek wê nikaribin bi rehetî li pişt deriyan bi qedera vî gelî ve bilîzin. Tirkiyeyê qezenc bike, ev gelê mezin wê qezenc bike."
Muezzînoglu der heqê biryarên saziyên krediyê da jî wiha got: "Aboriya Tirkiyeyê îro bi dînamîk, îxracat û veberhanên xwe ne 10 qat, 100 qatê Yewnanistanê ye. Lê notê wê nakeve, heta zêde dibe. Çima? Lewra mesele aborî nîne, siyasî ye."
Wezîrê Xebat û Ewlehiya Civakî Muezzînoglu promosyona bankeyan a ku didin kesên teqawidbûyî da jî wiha axivî: "Meha adarê wê promosyon bên dayîn. Ji bo îmzekirina protokolê me do halê dawîn ji bankeyên kamuyê û yên taybet ra şand. Bawer dikim wê sibê biqede."
Ji axaftina Wezîrê Xebat û Ewlehiya Civakî Muezzînoglu hin sernavên derketin pêş ev in:
"(Fona Axîtiyê) Niha li Lijneya Wezîran karê îmzeyê temam bû. Bi îmzeya Serokwezîrê me wê ji TBMMyê derbas bibe. 7 sibatê roja ku meclis vedibe, hefteya ewil li komîsyonê em ê biaxivin û temam bikin. Hefteya duyemîn jî înşellah Sindoqa Axîtiyê ya Esnafan em ê bikin qanûnî.
(Cardin hesabkirina deynan) Gelek kesan serlêdan kir, me jî hêvî nedikir ku ew qas serlêdan çêbin. Serlêdanên Darayiyê ji 80 milyarî zêdetir e, li wezareta me jî ji 43 milyaran zêdetir deyn cardin hat hesabkirin. Bi pereyên pêşin va û teqsîdên yekemîn va me nêzî 4 milyar û nîv lire tehsîl kir.
Helwesta CHPyê li cem gel nîne. Gotina 'dewlet perçe dibe' gefxwarina li gel e. 4-5 sal in dibêjim, partiya ji bo perçekirina dewletê bingeha herî mezin ava dike CHP ye."