Muhammet Kurşun
01 Îlon 2017•Rojanekirin: 02 Îlon 2017
ÎSTANBUL (AA) - Serokwezîr Bînalî Yildirim ji bo rêxistina terorî PYD/YPG û DEAŞê got: "Em xebatên ji bo selametî û ewlehiya milletê xwe dimeşînin. Em li ser sînor li hemberî PYD, YPG û DEAŞa ku li wî alî ne her demê di amadebaşiyê de ne. Dema îcab kir em bi Mertala Feratê ewlehiya sînor û canê milletê xwe dixin bin temînatê. Em li herêmên din jî nakevin dudiliyê. Dema bi qasî serê derziyê zirar bigihê xelkê me emê heqê xwe yê ji hiqûqa navneteweyî tê bixebitînin. Em musameheyê ji terorê re nîşan nadin û ji biratiyê re himbêza xwe vedikin."
Serokwezîr Yildirim di bernameya eydaniya Teşkîlata Stenbolê ya Ak Partiyê de axivî.
Li ser zextên li hemberî Tirkiyê Serokwezîr Yildirim wiha nirxandin kir:
"Tirkiye îdî ne welatekî wisa ye ku yên bixwazin pêşeroja wê tarî bikin hespên xwe bibezînin. Tirkiye di rêya ku bibe welatê edalet, hiqûq, azadî û refahê de bi gavên ewle dimeşe. Em bi vê vizyonê, di lîdertiya birêz Serkomarê me de amadehiya hedefa 2023an û vizyona 2053 û 2071ê dikin."
Serokwezîr Yildirim axaftina xwe wiha domand:
"Mensûbên rêxistina terorî FETOyê 15ê Tîrmehê, hewl dan ku welat dagir bikin û xiyanetê li xelkê xwe bikin. Van nemerdên ku ruhê xwe û eqlê xwe bi dolarekî firotine srekê terorê yê li Pensilvanyayê, wê şevê li qadan zilm û şiddet vereşiyan. 250 welatiyên me şehîd bûn û 2 hezar û 194 birayên me xazî bûn.
Lê alaya me daneket, bangên me ranewestiyan, selayên me nesekinîn. Lîdertiya Birêz Serkomarê me û sekna hikûmeta me ya bibiryar, bi cesaret û fîraseta xelkê destaneke mezin a serxwebûnê hat nivîsandin. Millet li îrade, hikûmet demokrasî û Serkomarê ku bi dengê xwe hilbijartibû xwedî derket. Divê baş were zanîn Tirkiye, bi sîstema xwe ya biîstiqrar, aboriya xwe saxlem ji vir pê de nabe muxatebê hewlên wesayetê. Îradeya ku xelkê me 16ê Nîsanê bi dengê erê da gelekî eşkere û zelal e. Îdî biryar, desthilat û mor di destê millet de ye."
Serokwezîr Yildirim ji bo zilma Arakanê jî got:
"Wehşeta ku rojên dawîn li Arakanê diqewime, wek sûcekî mirovahiyê yê mezin di sedsala 21ê de dikeve tarîxê. Tenê ji ber ku Misilman in însanên bêparastin wisa bi qesdî dikujin. Ev yek vekirî dibêjim qirkirin e. Em hêvî dikin piştî hewlên Serkomarê me digel lîderên alema îslamê di mijara Arakanê de tiştin bibin."