Mozaîka bi navê "Keça Mirtib" ku li Muzeya Mozaîkan a Zeugmayê tê nîşandan, ji destpêka vekirina muzeyê heta niha ji aliyê 600 hezar zêdetir kesî ve hatiye ziyaretkirin.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê bi dest xist Muzeya Mozaîkan a Zeugmayê di 9ê Îlona 2011an de hat vekirin. Muze 25 hezar mêtroqere girtî bi tevahî li ser qadeke 30 hezar mêtroqereyî hatiye avakirin û ji aliyê tûrîstên xwemalî û biyanî ve tê ziyaretkirin û eleqeyeke mezin dibîne.
Di muzeya ku par "Xelata Mezin a Çand û Hunerê ya Serokomariyê" wergirt de mozaîkên bi navê Keça Mirtib, peykerê Mars, kaniyên dema Romayê û mozaîkên ku li ber keviya çemê Feratê hatin dîtin, tên nîşandan.
Muze di demeke kurt de bû sembola bajêr û her ku diçe jî hejmara ziyaretvanan zêde dibe.
Ji destpêkê heta niha 610 hezar ziyaretvan hatine muzeyê û herî zêde jî par 179 hezar û 193 kes hatine serdanê. Îsal jî di nav 11 mehan de 198 hezar û 317 kes hatine serdana muzeyê û ji niha ve hejmara herî zêde çêbûye.
- Ji bo "Keça Mirtib" qadeke taybet
Di muzeyê de mozaîka bi navê "Keça Mirtib" eleqeyeke mezin dibîne. Ev mozaîk di sala 1998an de di kolandinên li Bajarê Antîk ê Zeugmayê de hat dîtin. Ji ber ku keziyên wê û hestiyên wê yên hinarikê ev nav lê kirin.