15 Hezîran 2018•Rojanekirin: 15 Hezîran 2018
ERZİNCAN
Serokwezîr Bînalî Yildirim piştî nimêja eydê li Meydana Refahiyeyê xîtabî welatiyan kir.
Yildirim eyda hemşehriyên xwe pîroz kir û got, "Eyda me hemûyan pîroz be, Xwedê sihet û efiyetê bide miletê me."
Yildirim bal kişand ku di eydê da neyarî û xeyîdandin ji holê radibin û her kes aliyê hevdu daye û wiha axivî: "Di van rojan da heke di navbera me da xeyîdandin, lome û gazin hebin jî dibê em teqez dev ji wan berdin, li hev werin û hevdu hembêz bikin."
-Êrîşa li ser AK Partiyiyan ya li Sirûcê
Yildirim bal kişand ser êrîşa li Sirûca navçeya Şanliurfayê û wiha pê da çû: "Mixabin do dîsa li Sirûcê birayê parlementerê me û hin welatiyên me hatin kuştin. Li Diyarbekirê 5 terorîstên di amadehiya êrîşê da bi sîlahan hatin derdestkirin. Armanc ew e ku êrîşî yekîtî û hizûra me bikin, di navbera welatiyên me da fesadiyê belav bikin."
Serokwezîr Yildirim destnîşan kir ku di van 2 salên dawîn da li dijî terorê têkoşîneke mezin dan û wiha axivî:
"Dema ez bûm serokwezîr min sozek da. Min got ku em ê terorê ji rojeva Tirkiyeyê derxin, dev ji parastinê berdin dest bi teerruzê bikin. Di encama vê da şikur me pişta terorê şikênaşt. Lêbelê li Iraqê ji ber valahiya otorîteyê û li Sûriyeyê ji ber şerê navxweyî carcaran derbasî aliyê me dibin. Ji ber vê jî me bi Herekata Mertalê Feratê û Operasyona Çiqlê Zeytûnê va li sînorê Sûriyeyê 250 kîlomêtre erd ji terorê paqij kir û hin penaberên li welatê me jî vegeriyan wê derê. Nika jî ji bo pişta endamên terorê yên ji Iraqê ra derbasî welatê me dibin bişkênin li bakurê Iraqê operasyonê dimeşînin. Xwedê alîkarê leşkerên me be. 80 milyon welatî ji bo wan dia dikin."
Yildirim got dibê cudahiyên me wekî dewlemendî werin dîtin û wiha pê da çû:
"Tu carî hemû tiştên me wekî hev nabin. Dibe ku fikrên me û rengên me cuda bin. Rengê çerm, por û çavên me cuda bin lêbelê hemûyên me qulê heman Xwedayî ne. Pêxemberê me heman kes e lêbelê dibê em ji bîr nekin ku rengê me û çavên me cudabin jî rengê hêsrên me bi heman rengî ne. Ji ber vê ya ku dikeve ser me ew e ku firsendê nedin kesên dixwazin hizûra me xirab bikin, bi biratî welatê xwe pêş bixin."