03 Tebax 2016•Rojanekirin: 03 Tebax 2016
WASHINGTON
Heyeta ku ji Serokê Komîsyona Karên Derve yê Meclisê û Parlamanterê AK Partiyê yê Meletiyê Taha Ozhan, Parlementerê AK Partiyê yê Kahramanmaraşê Mahîr Unal, Parlementerê CHPê yê Stenbolê Oguz Kaan Salici û Parlementerê MHPê yê Erziromê Kamîl Aydin pêk tê ji bo hevdîtinên bi rayedarên payebilind ên DYAyê re bikin li Washingtonê ne ewilî bi lîderên misilmanên li welêt ra li Navenda Diyaneta DYAyê ya ku li Maylandê ye hevdîtin kirin û heyetê paşê jî civîna çapemeniyê li dar xist.
Di civînê da Ozhan diyar kir ku îadekirina Fetullah Gulenê serkêşê Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) divê bi hiqûqê va neyê astengkirin, der heqê pêwendiyên li DYAyê da agahî da û got: "Îadekirina Gulen di şuna taloqkirinê da lazim e di wexta xwe da bê çareserkirin."
Ozhan peymana di navbera DYA û Tirkiyeyê da ku li gor xalên wê heta îro gelek îade hatine kirin bi bîr xist û li ser girîngiya bi lez û bez îadekirina serkêşê FETOyê sekinî û xwest ku ew pêvajo ya di navbera Tirkiye û DYAyê da demildest dest pê bike û wiha pê da çû: "Êrîşên di 11yê Îlonê da li DYAyê çawa ku hovîtiyeke mezin raxist pêş çavan di hewla derbeyê ya 15yê tîrmehê ya di serî da Stenbol û Enqereyê li seranserê Tirkiyeyê bû sedema heman rewşê. Helwesta Tirkiyeyê ya di vê mijarê da lazim e herî baş DYA fehm bike."
"Li DYAyê Rêxistina FETOyê gelek çalak e"
Serokê Komîsyona Karên Derva yê Meclisê û Parlementerê AK Partiyê yê Meletiyê Ozhan destnîşan kir ku mijar bi tenê ji îadekirina Gulen pêk nayê û bal kişand ser rêxistinbûna FETOyê ya li DYAyê û xwest ku di serî da FBI hêzên ewlehiyê yên li wir bi rêxistina FETOyê ra têbikoşin û agahiyê bidin Tirkiyeyê.
Heyet wê îro li Wezareta Karên Navxweyî ya DYAyê û Pentagonê hin hevdîtan bike paşê jî ji bo pêwendî û hevdîtinên li Neteweyên Yekbûyî wê berê xwe bidin New Yorkê.